Trump: Biryar bû sibe em êrîşî Îranê bikin

Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê ragihand ku li ser daxwaza rasterast a serkirdeyên Erebistana Sûdiyeyê, Îmarat û Qeterê, wî êrîşa serbazî ya pîlankirî ya sibe bo ser Îranê rawestandiye. Tekez jî kir ku artêşa welatê wî di amadebaşiya bilind de ne bo her îhtîmalekê ku şansek bo danûstandinan bê dan.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Duşem, 18ê Gulana 2026ê) li ser tora civakî ya “Truth”ê ragihand ku ew êrîşa serbazî ya ku biryar bû sibe li ser Komara Îslamî ya Îranê hatibam kirin hatîye rawestandina, ev jî piştî desttêwerdan û daxwaza rasterast a serkirdeyên bilind ên devera Kendavê.

Trump eşkere jî kir ku her yek ji Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî, Şahzadeyê Sûdiyeyê Şêx Mihemed bin Selman û Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayd daxwaz ji wî kiriye ku êrîşa pîlankirî bide rawestandin.

Bi gotina Trump, ev serkirde di wê baweriyê de ne ku "danûstandineke cidî di rêzê de heye" û dibe ku lihevkirineke wisa bê holê ku bo Amerîka, welatên deverê û cîhanê jî qebûlkirî be.

Şertê Serekî: Qedexebûna Çekê Atomî

Serokê Amerîkayê şertê serekî û bingehîn ê her lihevkirineke nû ya li gel Tehranê eşkere kir û tekez kir: "Divê her lihevkirineke bê garantiyeke temam bide ku Îran bi tu awayekî û tu carî nebe xwediyê çeka atomî."

Tevî rawestandina êrîşa sibe, Trump hêzên serbazî yên welatê xwe di rewşa hişyariya herî bilind de hiştine. Wî ragihand ku ferman daye Wezîrê Şer Pete Hegseth û Sererkanê Artêşa Amerîkayê Daniel Kain ku êrîşa sibe nekin, lê ferman daye wan ku: "Amade bin bo destpêkirina êrîşeke giştgir û berfireh bo ser Îranê di her çirkeyekê de, eger danûstandin negihin encameke qebûlkirî."

Hişyariya Pakistanê: Wext Kêm Maye

Ev daxuyaniyên germ ên Koçka Spî di demekê de ne ku her îro Duşemê, ajansa "Reuters"ê ji zarê çavkaniyeke Pakistanî belav kir ku Îslamabadê tekista nû ya dîtin û pêşniyarên Îranê gihandiye destê Amerîkayê, lê wê çavkaniyê hişyarî da û ragihand: "Wextê her du aliyan bo kêmkirina cudahiyan pir kêm e."