Reuters: Pakistanê 8 hezar serbaz û balafirên şer bo parastina Sûdiyeyê şandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di pêngaveke serbazî ya mezin û stratejîk de, Pakistanê 8 hezar serbaz, tîmeke balafirên şer û sîstemên pêşkeftî yên berevaniya asmanî şandin Erebistana Sûdiyeyê. Ev livîna serbazî di çarçoveya lihevkirineke berevaniyê ya hevpar de tê, ku Sûdiyeyê dixe bin "sîwana atomî" ya Pakistanê.

Sê berpirsên ewlehiyê û du çavkaniyên hikûmî îro (Duşem, 18ê Gulana 2026ê) ji ajansa "Reuters"ê re piştrast kir ku ev hêza Pakistanî ne tenê bo karên şêwirmendiyê ye, belkî hêzeke şerker û amade ye bo bersivdana her êrîşekê ku li ser axa Erebistana Sûdiyeyê bê kirin.

Li gorî hûrgiliyên raporta wê ajansê, ew hêz ji van pêk tê:

- 8.000 Serbaz: Bi şertê şandina hêzên zêdetir di wextê pêdivî de (ew lihevkirin destûrê dide ku 80 hezar serbazên bên şandin).
- 16 Balafirên Şer: Piraniya wan ji celebê JF-17 ne (ku berhema hevpar a Pakistan û Çînê ye).
- Hejmareke Dronan: Bo çavdêrî û êrîşan.
- Sîstema HQ-9: Sîstemeke berevaniyê ya asmanî ya Çînî ye, bo rûbirûbûna balafir û mûşekan.
Li gorî zanyaran, rêveberiya vê hêzê dê di destê efserên Pakistanî de be, lê hikûmeta Sûdiyeyê dê xerciyên wê yên darayî dabîn bike. Wezîrê Berevaniyê yê Pakistanê Xewace Asif berî niha dabû xuyarkirin ku ev lihevkirin Sûdiyeyê dixe bin "sîwana atomî" ya Pakistanê, ji ber ku Pakistan yekane welatê Îslamî ye ku xwediyê çekê atomî be.

Hevdemiya Dîplomasî û Hêza Serbazî

Ev livîna serbazî ya mezin a Îslamabadê di demekê de ye ku Pakistan bi xwe rola navbeynkarekî serekî di navbera Îran û Amerîkayê de digire bo bi dawîanîna şerê niha yê Rojhilata Navîn.

Pakistanê karîbû agirbesteke 6 hefteyî di navbera Tehran û Waşintonê de misoger bike, lê di eynî demê de nayê veşartin ku pabendî parastina hevalbenda xwe ya stratejîk (Sûdiye) e li beramber her gefeke Îranê yan komên wekîlên wê.

Ev biryara Îslamabadê piştî wê yekê hat ku di dema borî de êrîşên Îranê yên li ser jêrxaneya enerjiya Sûdiyeyê zirarên mezin gihandibûn wî welatî û bûn sedema kuştina welatiyekî Sûdiyeyî. Reutersê eşkere kiriye ku Sûdiyeyê jî di beramber de, bi awayekî nihênî û bêdeng, gelek êrîşên tolhildanê kirine ser navxweya axa Îranê.