Selahedîn Babekir: PDK û YNKê pêşwaziya pêşengiya Yekgirtûyê kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ragihand ku her du partiyên serekî (PDK û YNK) amadebûna xwe bo rawestandina şerê medyayî nîşan daye û tekez kir: "Em pêşbînî dikin ku her du alî bigihin lihevkirinê."
Berdevkê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Babekir îro (Duşem, 18ê Gulana 2026ê) tevlî bernameya "Basî Roj" a Kurdistan24ê bû û tê de ragihand: "Bi hestkirina bi berpirsiyariya dînî, neteweyî û nîştimanî, me wekî Yekgirtû pêdivî dît ku pêşengiyekê bo çareserkirina vê rewşa qufilbûyî û asê ya ku li Herêma Kurdistanê heye amade bikin."
Selahedîn Babekir li ser pêngavên wê pêşengiyê jî got: “Piştî şopandin û nirxandina rewşê, em ligel Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî civiyan û me pêşengiya xwe pêşkêşî wî kir, piştî xwendina, razîbûna xwe li ser wê nîşan da.”
Navborî amaje bi wê yekê jî kir ku her îro Duşemê bo eynî meremê serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kiriye û li ser naveroka wê civînê got: "Serokê Hikûmetê bi awayekî pir erênî pêşwaziya pêşengiya Yekgirtûyê kir."
Berdevkê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê diyar jî kir ku wekî pêngava yekê ya serkeftina vê bizavê, PDK û YNKê amadebûna xwe diyar kiriye ku şerê ragihandinê bidin rawestandina. Herwesa got: "Em pêşbînî dikin ku PDK û YNK li hev bikin."
Selahedîn Babekir di pareke din a gotinên xwe de bal kişand ser helwesta partiya xwe û ragihand: "Ev pêşengî niha girêdayî her du aliyên serekî ye. Eger pêdivî bike, em dê bigihînin aliyên din jî. Yekgirtûyê bêalîtiya xwe parastiye û xwe nade tu aliyekî, ji ber ku em dixwazin bibin parek ji çareseriyê."
Navborî li ser rewşa parlamenê jî bi kurtî da xuyarkirin ku PDK û YNK bi tenê nikarin Parlamena Kurdistanê çalak bikin. li ser dosyeya pişkdariya wan di hikûmeta Bexdayê de jî eşkere kir: "Me dixwest di kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de wezaretekê werbigirin, lê bi me nehat dan."
Ev daxuyaniyên Yekgirtûyê di demekê de ne ku Berpirsê Peywendiyên Derve yê PDKê Hûşyar Sîweylî jî her îro ji Kurdistan24ê re piştrast kir: “Em dizanin ku pêvajoya avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê gihîştiye qonaxa qufilbûnê. Em hêvîdar in ew pêşengiya ku hatîye kirin Herêma Kurdistanê ji vê qonaxa qufilbûnê rizgar bike."