Fraksiyona PDKê: Aktîvkirina Parlamena Kurdistanê pêdiviyeke niştimanî û destûrî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyona PDK’ê di 34 saliya yekem hilbijartinên Parlamena Kurdistanê de, tekezî li ser parastina vê saziyê wekî çavkaniya rewayiyê (şer’iyet) û parêzvana qewareyê Herêmê kir. PDK ragihand, aktîvkirina parlamenê ji bo rûbirûbûna astengiyan pêdiviyeke bilez e.

Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamena Kurdistanê, îro Sêşemê (19ê Gulana 2026an), bi boneyê derbasbûna 34 salan li ser yekem hilbijartinên parlamenî daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev bîranîn, yek ji giringtirîn qonaxên damezrandina qewareyê siyasî, yasayî û saziyî yê Herêma Kurdistanê ye.

Fraksiyona PDK’ê destnîşan kir, Parlamena Kurdistanê, wekî saziya yasadanîn û çavdêriyê, bingeha sereke ya îradeya welatiyan e. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Parastina parlamenê, parastina qewareyê Herêmê û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê ye li Iraqê; ev maf bi xebateke dûr û dirêj û qurbaniyên bêhempa hatine bidestxistin.”

PDK’ê ragihand, ew pêşwaziyê li her destpêşxeriyekê dikin ku bi mebesta aktîvkirina Parlamena Kurdistanê were kirin. Di vê rewşa hestiyar a navçeyê de, Kurdistan ji her demê zêdetir pêwîstiya wê bi parlamenekî çalak heye, da ku karibe parastina berjewendiyên bilind ên gel bike. PDK vê gavê wekî "pêdiviyeke niştimanî, destûrî û saziyî" pênase dike.

Di dawiya daxuyaniyê de, Fraksiyona PDK’ê serê rêzê li ber giyanê pak ê şehîdan û qurbaniyên gelê Kurdistanê, yên ku di rêya avakirin û parastina vê qewareyê de canê xwe dane tewand. Herwiha tekez kir ku Parlamena Kurdistanê wekî destkeftiyeke destûrî, divê her dem were parastin û di xizmeta welatiyan de be.