Li Şamê teqînek çêbû

Navenda Nûçeyan (K24) – Li taxa Bab Şerqî a Şamê teqînekê rû da û li gorî agahiyên destpêkê teqîn bi rêya otomobîleke bombekirî pêk hatiye.

Li taxa Bab Şerqî ya Şamê dengê teqîneke bihêz hat bihistin û piştre dûmaneke reş bi ser asîmanê navçeyê de girt. Li gorî ajansa fermî ya Sûriyê (SANA), hêzên ewlehiyê derbarê hûrgiliyên teqînê de dest bi lêkolînê kirine.

Li gorî zanyariyên destpêkê, teqîn li nêzîkî avahiya "Îdareya Teslîhê" (Rêveberiya Çekdarkirinê) ya li herêma Bab Şerqî qewimiye. Tê gotin ku bombeyeke çandî di otomobîlekê de hatibû bicihkirin û di encama teqîna wê de, ziyanên madî çêbûne.

Heta niha derbarê ziyanên canî (kuştî û birîndaran) de daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin. Hêzên hikûmeta Sûriyê li derdora cihê bûyerê tedbîrên tund girtine û lêkolîn berdewam dikin.

Tê nûkirin..