Supasalarê Pêşmerge: Yekxistina hêzên Pêşmerge heta meha Îlonê dawî dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Supasalarê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukn Îsa Uzêrî ragihand, proseya yekxistina hêzên Pêşmerge di çarçoveya Wezaretê de bi lez berdewam dike û heta meha Îlona îsal (2026) dê bi temamî dawî bibe.
Supasalarê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukn Îsa Uzêrî îro 19ê Gulana 2026an di konferansekî rojnamevanî de amarên nû yên derbarê yekxistina hêzan de aşkere kirin. Uzêrî destnîşan kir, heta niha Wezareta Pêşmerge kariye 8 fîrqeyan ava bike û karên birêxistinkirina Fermandariya Herêma Yekê jî bidawî bûne.
Uzêrî bal kişand ser pabendbûna wan bi peymanên navdewletî û navxweyî û got: "Li gorî 'Yadaştnameya Hevtêgihiştinê', divê heta 25ê Îlona 2026an hêzeke neteweyî ya yekgirtî di bin sîwana Wezareta Pêşmerge, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokatiya Herêma Kurdistanê de were avakirin. Em pir geşbîn in ku em ê di wê dîrokê de vê proseyê bi fermî bidawî bikin."
Derbarê karên mayî de, Supasalarê Pêşmerge diyar kir, ew niha li benda lîsteya navan a Fîrqeya 10 û Fermandariya Herêma Duyê ne. Bi radestkirina van lîsteyan, dê hemû hêzên Pêşmerge di bin banekî leşkerî yê fermî û yekgirtî de kom bibin.
Ev pêngavên Wezareta Pêşmerge di çarçoveya proseya çaksaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tên avêtin. Armanca sereke ya vê proseyê ew e ku dawî li dabeşbûna hêzan were anîn û fermandariyeke leşkerî ya niştimanî û profesyonel li Herêma Kurdistanê were avakirin.