Li Hewlêrê Naşinal Parkek tê çêkirin

Ev wêne bi "AI"yê hatiye çêkirin
Ev wêne bi "AI"yê hatiye çêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Projekeyeke pir girîng a geştiyarî û jîngehî li Hewlêrê tê çêkirin, ev proje li ser rûberê şeş hezar donimên erdî li ser bilindahiyên Sênkê li nêzîkî gundê Henareyê li parêzgeha Hewlêrê tê çêkirin.

Projeya "Naşinal Parka Sênkê", projeyeke mezin a neteweyî, geştiyarî, çandî û jîngehdostane ye, ku li ser rûberê 6000 donimên erdî û li ser bilindahiyên Sênkê tê bicihanîn. Cîhê vê projeyê dikeve çargoşeya navbera rêya Pîrmam-Koye û Hewlêr-Koye, bi dûriya 15 kîlometreyan li bakurê bajarê Hewlêrê.

Ev proje bi giştî ji heşt parên serke pêk tê. Yek ji wan devera Sefariyê ye, ku dê ji bo parastin û pêşxistina gelek canewer û balindeyên kûvî û malî di nav jîngeha wan a xwezayî de be. Pareke din dê gundekî çandî yê nimûneyî û berhemhêner be, ku tevahiya pêkhateyên wî dê bi awayê gundekî berî sed sal bê avakirina, bi merema parastina erf û edet, folklor û çanda Kurdî.

Ev proje herwiha dê pareke girêdayî geştiyarî û seyrangehan jî vegire, ku ji çend bendav, pond, gol û rûbaran pêk tê, li gel xwaringeh û cihên bêhnvedanê û gelek çalakiyên din ên geştiyarî, ku hemî li ser stîla Sefariyê tên dîzaynkirin.

Pareke din a vê projeyê jî bo çandinî, sexbêrîkirina caneweran û baxan hatiye veqetandin. Ji xeynî van, pareke taybet bo çalakiyên werzişî û birêveçûna merasîm û civînan tê çêkirin. Tevî van jî, bajarê geştiyarî û xwecihbûna tevlîhev dê bibe pareke din a serekî ya vê projeya stratejîk.