Îmarat: Me şeş dron teqandin ku ji Iraqê hatibûn avêtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê ragihand ku sîstemên wan ên berevaniya asmanî rê li şeş dronan girtiye, ku ji Iraqê arasteyî deverên sivîl û stratejîk hatibûn kirin. Eşkere jî kir ku Westgeha Atomî ya "Bereke"yê yek ji armancên sereke yên vê êrîşê bûye.

Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê îro (Sêşem, 19ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyekê de ragihand ku sîstemên wan ên parastina asmanî di 48 saetên borî de kariye rêyê li 6 dronan bigirin, ku hemî ji nav axa Iraqê hatibûn û deverên sivîl û girîng ên welatê wan kiribûn armanc.

Wezareta navborî amaje bi wê yekê jî kir ku hêzên berevaniya asmanî bi rengekî serkeftî dron li dervayî sînorê jêrxaneya giring pûç kirine û tu zirarên canî yan madî yên mezin negihîştine navendên stratejîk ên wî welatî.

Hûrgiliyên Êrîşa li ser Westgeha Atomî ya "Bereke"yê

Di daxuyaniyê de, encamên lêkolînên teknîkî yên li ser êrîşa roja 17ê Gulanê ya li ser Westgeha Enerjiya Atomî ya "Bereke"yê hatin eşkerekirin. Wezareta Berevaniyê diyar kir: "Ew êrîş bi sê dronan hatibû kirin; du ji wan di asman de hatin pûçkirin, lê ya sêyê bi jeneratoreke elektrîkê li derveyî perjanê navenda wê westgehê ketiye.” Amaje jî da ku encamên wan şopandinên teknîkî eşkere kiriye ku ew her sê dron rasterast ji axa Iraqê hatibûn arastekirin.

Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê tekez jî kir ku mafê tam ê welatê wan heye ku li gorî qanûnên navdewletî her pêngav û rêkareke pêdivî bo parastina serwerî û ewlehiya xwe ya neteweyî bi cih bîne, û amadebaşiya herî bilind a artêşê bo bersivdana her gefekê ragihand.

Zêdebûna Aloziyên Deverê û Helwesta Siûdiyeyê

Ev tohmetbarkirina rasterast a Bexdayê ji aliyê Ebû Zebî ve aloziyên ewlehiyê yên Rojhilata Navîn mezintir dikin, bi taybetî ku Wezareta Derve ya Iraqê berî niha red kiribû ku axa wan bo êrîşên li ser welatên Kendavê hatibe bikaranîn.

Ev daxuyaniya Îmaratê di demekê de ye ku Berdevkê Fermî yê Wezareta Berevaniyê ya Erebistana Siûdiyeyê Tirkî Malîkî li roja Yekşemê, 17ê Gulana 2026ê, ragihandibû ku sîstema wan a parastinê sê dronên, ku ji sînorê asmanî yê Iraqê derbazî nav axa Siûdiyeyê bûbûn, bi awayekî serkeftî şikandin.