Li Çemçemalê Yekemîn Festîvala Bihar û Kelepûra Kurdî hat lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Çemçemalê, bi amadebûna hejmareke mezin a welatiyan û bi nîşandana berhemên çandî, yekemîn "Festîvala Biharê" hat lidarxistin. Festîvalê rengê "Kurdewariyê" da bajarok û bala geştiyar û niştecihên herêmê kişand.
Di festîvalê de ku ji bo cara yekem e bi vî rengî li Çemçemalê tê sazkirin, çanda Kurdî di hemû aliyan de hat nîşandan. Beşdaran bi cil û bergên Kurdî yên resen, bi stranên folklorî û bi pêşkêşkirina xwarinên navxweyî festîval xemilandin.
Yek ji beşên herî balkêş ên festîvalê, vedana konê reş ê Kurdî bû. Balên Zeman, ku yek ji beşdarên festîvalê ye, derbarê giringiya vê saziyê de diyar kir, wan xwastiye jiyana bav û kalan û çand û hunera kevin a Kurdî nîşanî nifşê nû bidin. Herwiha destnîşan kir, kon di hemû demsalan de, çi di zivistanê de di bin berf û baranê de û çi di havînê de, wekî stargeheke sereke ya Kurdan hatiye bikaranîn.
Festîval di heman demê de wekî "dergehekî aramiyê" hat dîtin ji bo welatiyên Çemçemalê ku sala borî bi karesata lehiyê re rûbirû mabûn. Laziya Bekir, ku nişteciheke bajêr e, ragihand ku lidarxistina çalakiyên bi vê rengî bandoreke erênî li ser derûniya xelkê dike û dihêle ku malbat piştî demên dijwar demên xweş derbas bikin.
Nêzîkî 90 kes beşdarî festîvalê bûn û berhemên xwe yên destî, kinc, akseswar û xwarinên Kurdewarî pêşkêş kirin. Her wiha, xwendekarên herêmê jî bi projeyên xwe yên zanistî û afirîner beşdar bûn, ku vê yekê nîşan da ku festîval tenê ne çandî ye, di heman demê de qadek e ji bo nîşandana şarezayiya ciwanan.
Welatiyên Çemçemalê kêfxweşiya xwe bi vê çalakiyê anîn ziman û daxwaz kirin ku Festîvala Biharê bibe kevneşopiyeke salane, daku bibe sedema geşepêdana geştiyarî û vejandina nasnameya çandî ya bajar.