Supaya Pasdaran ji Amerîka û Îsraîlê re: 'Em ê şer bibin derveyî navçeyê'
Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdaran a Îranê di daxuyaniyeke tund de, hişyarî da Amerîka û Îsraîlê û ragihand ku eger êrişên li ser axa wan berdewam bikin, ew ê "şer bibin derveyî navçeyê" û li cihên neçaverêkirî li dijmin bixin.
Sûpaya Pasdaran a Îranê îro Çarşemê, 20ê Gulana 2026an di daxuyaniyekê de ragihand, Amerîka û Îsraîl ji şikestinên xwe yên berê yên li hemberî Şoreşa Îslamî ders negirtine û dîsa dest bi gefan kirine. Supaya Pasdaran tekez kir, wan her du welatan êrişî Îranê kirine, lê Îranê "hîn hemû hêz û şarezayiya xwe li dijî wan bikar neaniye."
Supaya Pasdaran destnîşan kir, hêza wan li qada şer diyar dibe û got: "Em mêrên şer in; bersiva me dê li meydanê be, ne bi daxuyaniyên vala yên li ser torên civakî."
Ev daxuyaniya tund di çarçoveya wî şerî de tê dayîn ku ji 28ê Sibata borî ve di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de dest pê kiriye. Di êrîşên li dijî Îranê de, çendîn serkirdeyên payebilind hatin hedefgirtin û li gorî amarên fermî yên Tehranê, heta niha zêdetirî 3 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Li aliyê din, Îranê jî bi êrîşên bersivdayînê, ziyan gihandiye hêzên Amerîka û Îsraîlê û bûye sedema kuştina hejmarek leşkerên wan.