DEM Partî: Ji bo aştiyê pêdivî bi gavên hiqûqî û nexşerêyeke qanûnî heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ragihand, ji bo pêşveçûna pêvajoya siyasî û mîsogerkirina aştiyê, divê Meclîs û desthilat demildest gavên hiqûqî bavejin. Koçyîgît got: “Êdî ne dema gotinan e, dema pratîkê ye.”
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît îro 20ê Gulanê di konferanseke rojnamevanî de got: “Ji bo pêşveçûna pêvajoyê pêdivî bi gavên hiqûqî hene. Divê Meclîs, saziyên siyasî û desthilat di nava hewldanan de bin. Çavê raya giştî li Meclîsê û li çêkirina qanûnan e. Rapora Meclîsê ji bo her kesî wek nexşerêyek e û gavên qonaxa duyemîn diyar in.”
Koçyîgît derbarê daxuyaniyên dawî yên Serokê MHPê Devlet Bahçelî de, got: “Daxuyaniyên birêz Bahçelî giring bûn. Di serî de birêz Ocalan û hemû muxatab ji bo pêşvebirina pêvajoyê di nava hewldanan de ne. Lê belê pêdiviya aştiyê bi hiqûqê heye. Li gorî rapora hevpar a Komîsyona Meclîsê, divê pêvajoya çêkirina qanûnan dest pê bike.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît tekez kir, her gaveke qanûnî dê bibe mîsogeriya demokrasiyê û bang li desthilatê kir ku bi wêrekî gavan baveje.
Koçyîgît herwiha got: “Weke DEM Partiyê em amade ne ku berpirsyariyên xwe bicih bînin. Bi avêtina van gavan dê her kes sûdê werbigire. Êdî ne dema gotinan e, lê dema pratîkê ye.”