Fazil Mîranî: Berpirsyariya me ya neteweyî ye ku em xalên xwe yên lawaz nedin nehezan
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Komela Dadgerî ya Kurdistanê serdana Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir. Piştî civînê her du aliyan ragihand, wan biryar daye rûpeleke nû di peywendiyên xwe de vekin û kêmasiyên berê li dû xwe bihêlin.
Şandeke Komela Dadgerî ya Kurdistanê îro 20ê Gulanê li Hewlêrê mêvana Polîtburoya PDKê bû. Piştî civînê, Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û Endamê Encûmena Bilind a Komela Dadgerî Ebdulstar Mecîd di konferansekî rojnamevanî de naveroka gotûbêjan aşkere kirin.
Fazil Mîranî destnîşan kir, hebûna cudahiyan di navbera aliyên siyasî de tiştekî asayî ye, lê ya giring xalên hevpar in.
Herwiha Mîranî wiha got: "Me îro bi awayekî vekirî behsa wan xemsariyan kir ku di peywendiyên me yên berê de hebûn. Me biryar da ku em rûpeleke nû vekin, daku çi ji bo parastin û geşepêdana Herêma Kurdistanê pêwîst be, em wê bikin."
Mîranî hişyarî da ku dubendî xizmeta dijminên Kurd dike û got: "Nabe alî hêza xwe di lawaziya hev de bibînin, ji ber ku neyarên me sûdê ji vê perçebûnê werdigirin. Berpirsyariya me ya neteweyî ew e ku em rê nedin xalên me yên lawaz, bikevin destê nehezan."
Ebdulstar Mecîd: Em piştgiriya hilbijartineke pak dikin
Ji aliyê xwe ve, Ebdulstar Mecîd diyar kir ku Komela Dadgerî dixwaze peywendiyên xwe yên bi PDKê re baştir bike, bi taybetî di vê dema ku navçe û Iraq di rewşeke hestiyar û tijî metirsiyên şer de, derbas dibin.
Derbarê mijara hilbijartin û parlemanê de, Mecîd got: "Her çiqas em niha ne di nav parlemanê de ne, lê em piştgiriya hilbijartineke pak û şefaf dikin. Em dixwazin alî li ser yasa û mekanîzmaya hilbijartinê li hev bikin, daku parlemaneke çalak hebe; parlemanek ku bikaribe çavdêriya hikûmetê bike û yasaya budçeyê pesend bike."
Ev civîna PDK û Komela Dadgerî di demekê de pêk tê ku hewildanên ji bo nêzîkkirina aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê berdewam dikin, daku bi helwesteke yekgirtî rûbirûyî karesat û pirsgirêkên qonaxê bibin.