Keştiyeke Koreya Başûr di Tengava Hurmizê re derbaz bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Bo cara yekê piştî destpêkirina şerê Îranê, keştiyeke petrolhilgir a Koreya Başûr di nav Tengava Hurmizê re derbaz bû. Wezîrê Derve yê Koreya Başûr ragihand ku derbazbûna wê keştiyê pêngaveke giring e bo piştrastbûna ji silametiya xetên bazirganî yên welatê wî li deverên aloz.

Wezîrê Derve yê Koreya Başûr Cho Hyun îro (Çarşem, 20ê Gulana 2026ê) li pêşberî endamên parlamena welatê xwe (Encûmena Niştimanî) ragihand: "Tam di vê demê de, keştiya me ya petrolhilgir di Tengava Hurmizê re derbaz dibe." Berpirsekî Wezareta Derve jî bo ajansa "France Press"ê piştrast kir ku ev keştiya yekê ye ku bi alaya Koreya Başûr piştî destpêkirina şerê deverê di wê rêya avî re derbaz dibe.

Li gorî malpera "MarineTraffic"ê, ku girêdayî şopandina livîna keştiyan e, keştiya mezin a bi navê "Universal Winner" ku ala Koreya Başûr li ser e, li par rojhilatê ya Tengava Hurmizê û li nêzîkî deriyê Deryaya Omanê hatiye dîtin. Keştî ji bendera "Mîna Ehmedî" ya ji Kuweytê bi rê ketiye û ber bi bajarê "Ulsan"ê li başûrê rojhilatê Koreya Başûr ve diçe.

Êrîşên berê û nîgeraniyên Seolê

Ev derbazbûna serkeftî piştî çend hefteyan ji çêbûna nîgeraniyên kûr li Seolê li ser ewlehiya keştiyên wan tê. Di 4ê Gulana îsal de, keştiya "HMM Namu" ku ji aliyê kompanyayeke Koreyî ve dihat birêvebirin, li nêzîkî Tengava Hurmizê ji aliyê "du balafirên nenas " ve hatibû armancgirtin. Ew êrîş bûbû sedema kunbûna pareke wê keştiyê û agirpêketina di odeya motorê de, ku piştre ew keştî bo lêkolînê bo Dubeyê hatibû veguhastin.

Tehranê red kir ku tu têkiliya wê bi wê êrîşê re hebe û Balyozxaneya Îranê ya li Seolê jî ragihand ku ew tohmet bêbingeh in. Li beramberî wê yekê jî, Koreya Başûr bi tundî ew êrîş şermezar kiribû û daxwaza lêkolîneke navdewletî ya hûr bo naskirina bikeran kiribû.

Girîngiya Aborî ya Tengava Hurmizê bo Koreyê

Koreya Başûr ku aboriya herî mezin a çarê ya parzemîna Asyayê ye, bi rêjeyeke pir bilind pişta xwe bi hawirdekirina sûtemenî û enerjiya xav a Rojhilata Navîn girê dide. Piranîya wê sûtemeniyê jî di dema asayî de bi rêya Tengava Hurmizê tê veguhestin, lewma her lengbûneke di wê tengavê de xetereke mezin li ser ewlehiya enerjiya wî welatî çê dike.