Meha bê elektrîka Germiyanê dibe 24 saetî

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Îdareya Serbixwe ya Germiyanê karên ji bo dabînkirina elektrîk 24 saetî gihîştine qonaxa dawî. Bi temamkirina projeya "Rûnakî", niştecîhên Germiyanê wê di demeke nêz de ji pirsgirêka birîna elektrîkê rizgar bibin.

Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Elektrîk Germiyanê Alan Erkan ji Kurdistan24ê re ragihand, projeya "Rûnakî" di qonaxên xwe yên herî dawî de ye. Erkan diyar kir ku bi egereke mezin ji meha bê û pê de, hemû navçe û bajarokên Germiyanê wê bi awayekî 24 saetî elektrîkê wergirin.

Alan Erkan derbarê hûrguliyên projeyê de got: "Ji bo birêvebirina projeyê, herêma me bi ser 5 herêmên cuda de hat dabeşkirin. Karên li 3 herêman bi temamî bidawî bûne û niha tîmên me li ser 2 herêmên din kar dikin."

Li Germiyanê zêdetirî 87 hezar aboneyên karêbayê hene. Heya ku projeya Rûnakî bi fermî dest pê bike, niha rojanê nêzîkî 20 saet elektrîka nîştimanî ji welatiyan re tê dayîn.

Li gorî agahiyên tîmên projeya Rûnakî, dema elektrîk Germiyanê bibe 24 saetî, ji bo sivikkirina barê welatiyan di sê mehên destpêkê de daxistin wê di bihayê karêbayê de bê kirin:

- Meha yekem: %50 daxistin.

- Meha duyem: %25 daxistin.

- Meha sêyem: %15 daxistin.

Projeya 'Rûnakî' li seranserî Kurdistanê belav dibe

Heya niha ji bilî navendên parêzgehên Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Helebceyê; li navçeyên wekî Akrê, Sêmêl, Pîrmam, Raperîn, Soran, Zaxo û Koyeyê elektrîk 24 saetî hatiye dabînkirin.

Li gorî daneyên dawî yên projeyê:

- Heya niha 5 mîlyon û 500 hezar welatî ji elektrîka 24 saetî sûdmend bûne.

- 153 hezar cihên bazirganî bûne xwedî elektrîka herdemî.

- Zêdetirî 600 hezar abone bi fermî hatine tomarkirin.

- 5 hezar û 900 jeneratorên taybet hatine rawestandin, ku ev yek bûye sedema kêmkirina deng û qirêjiya jîngehê.

Armanc: Heya dawiya 2026’an hemû Kurdistan bibe 24 saetî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Mijdara 2024’an de projeya "Rûnakî" wekî nexşerêya dabînkirina elektrîka herdemî ragihandibû. Encûmena Wezîran jî di meha Gulanê de ev projeye bi yekdengî pesend kir.

Armanca sereke ya projeyê ew e ku heya dawiya sala 2026'an, elektrîka 24 saetî bigihîje hemû mal û cihên bazirganî yên li seranserî Herêma Kurdistanê.