Di 3 salên borî de zêdetirî 4 hezar derfetên kar ji bo derçûyên zanîngehan hatine dabînkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Herêma Kurdistanê ragihand, di sê salên dawî de, wekî wezaret wan karî bi rêya navendên geşepêdana kar, 4100 derfetên kar di kerta taybet de ji bo derçûnên zanîngeh û peymangehan peyda bikin.

Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Dr. Aram Mihemed Qadir îro 21ê Gulana 2026an, di çarçoveya serdana xwe ya ji bo herêma Badînan de, li gel Encûmena Zanîngeha Polîteknîk a Dihokê civiya.

Di civînê de, Serokê Zanîngeha Polîteknîk a Dihokê kurteyek li ser destkeftî, pêşketinên zanistî û projeyên zanîngehê pêşkêş kir. 

Ji aliyê xwe ve, Wezîr Dr. Aram Mihemed Qadir bal kişand ser girîngiya zanîngehên polîteknîk û wiha got: "Erkê sereke ya zanîngehên polîteknîk, amadekirina kadroyên teknîkî û pîşeyî ye ji bo bazara kar a Kurdistanê. Divê naveroka bernameyên xwendinê li gorî pêdiviyên bazarê bên sererastkirin, da ku xwendekar piştî derçûnê rasterast derfetên kar bibînin."

Wezîrê Xwendina Bilind karên Zanîngeha Polîteknîk a Dihokê bilind nirxand û piştgiriya wezaretê ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan û serxistina projeyên wan nîşan da.

Amara derfetên kar: Sal bi sal zêde dibe

Li gorî daneyên ku di civînê de hatin parvekirin, proseya dabînkirina kar ji bo derçûyan bi rêya zanîngehan sal bi sal geşedanek nîşan daye. Amara sê salên dawî wiha ye:

- Di sala 2023an de: 911 derfetên kar.

- Di sala 2024an de: 1288 derfetên kar.

- Di sala 2025an de: 1901 derfetên kar.

Bi giştî di sê salan de 4100 derçûyên zanîngeh û peymangehan di kerta taybet a Herêma Kurdistanê de hatine damezrandin an jî derfetên kar ji wan re hatine afirandin. Hat destnîşankirin ku ev yek encama hemahengiyekê ye di navbera zanîngehan û kompanyayên kerta taybet de.