Yekîtiya Ewropayê çaksaziyê di qanûna koçberiyê de dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Gotûbêjên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên ji bo çaksaziya qanûnên koçberiyê, ku vekirina "navendên vegerandinê" li derveyî sînorên Ewropayê jî di nava xwe de digire, bêyî encam bi dawî bûn. Tê çaverêkirin ku îro pêncşemê danûstandin ji nû ve dest pê bikin.
Welatên Ewropî û yasadaner îro Pêncşemê (21ê Gulana 2026an), ji bo roja duyemîn li Brukselê dicivin, daku li ser tundkirina qanûnên koçberiyê li hev bikin. Ev hewldana Ewropayê wekî bersivekê li dijî zêdebûna zextên siyasî yên li navxweyî tê dîtin ku daxwaza kêmkirina hejmara koçberan dikin.
Berpirsê Karên Koçberiyê yê Yekîtiya Ewropayê Magnus Brunner, di dema gotûbêjan de tekezî li ser dersînorkirina koçberan kir û got: "Divê ew kesên ku mafê wan ê mayînê li Yekîtiya Ewropayê nîne, werin dersînorkirin. Qanûnên nû dê kontroleke zêdetir bidin me, daku em zanibin kî dikare bê, kî dikare bimîne û kî divê welat bicih bihêle."
Li gorî qanûnên nû, Ewropa dixwaze li derveyî sînorên xwe navendan ava bike, daku wan koçberên ku daxwaza wan a penaberiyê hatiye redkirin, bişînin wir. Herwiha, ji bo koçberên ku naxwazin welat bicih bihêlin, cezayên tundtir mîna girtin û qedexeya ketina Ewropayê têne nîqaşkirin.
Rêxistinên mafên mirov bi tundî rexne li van pêngavan digirin. Olivia Sundberg ji Rêxistina Efûyê ya Navdewletî (Amnesty International) derbarê metirsiyan de wiha hişyarî da: "Ev pêşniyar metirsiya wê yekê çêdikin ku mirov bikevin nava rewşeke xeternak. Ev biryar dê ziyaneke mezin bigihîne koçberan û herwiha wan civakên ku pêşwaziya wan dikin."
Di çarçoveya sîstema nû ya vegerandinê de, Komîsyona Ewropayê ragihand, wan bang li berpirsên Talibanê kiriye daku li Brukselê li ser vegerandina koçberên Afxanî gotûbêj bikin. Ev pêngav ji aliyê exlaqî û pratîkî ve dibe sedema nîgeraniyên mezin. Herwiha welatê Awistirya beriya niha ligel Ozbekistanê rêkeftinek ji bo heman armancê îmze kiribû.
Welatên mîna Danîmarka, Awistirya, Yewnanistan, Almanya û Holanda bi tundî piştgiriya vekirina van navendan dikin û wan wekî amûreke rêgiriyê dibînin. Lê belê welatên mîna Fransa û Îspanyayê gumanên xwe li ser bandora vê sîstemê tînin ziman û heta niha xwe ji van biryaran dûr girtine.