Serokê CHPê bi rojeva ‘Proseya Aştiyê û Aborî’ serdana Bakurê Kurdistanê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel di meha Hezîranê de dê serdana 10 bajarên herêmê bike. Ozel dê di vê geşta xwe de bi nûnerên saziyên sivîl, rûsipî û welatiyan re bê cem hev; helwesta partiya xwe ya li ser pêvajoya çareseriyê û planên wan ên ji bo çareserkirina krîza aborî ya li herêmê parve bike.
Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarî CHP) amadekariyên geşteke mezin a herêmî dike. Li gorî nûçeya Ajansa ANKAyê, di vê geşta xwe ya ku di meha Hezîranê de wekî du qonaxan de hatibû plankirin û ji bilî wan bajarên Bakurê Kurdistanê ku berê serdana wan hatibû plankirin, lê pêk nehatibû yên wekî Diyarbekir, Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg, Êlih û Wanê tê payîn ku vê carê bajarên wekî Sêrt, Bedlîs, Mûş, Çewlik û Dêrsim jî li bernameyê bên zêdekirin.
Ozel, dê di vê çarçoveyê de bi dikandar, ciwan, jin û rûsipiyên herêmê re rasterast hevdîtinan bike.
Helwesta CHPê ya li ser proseyê dê bê ravekirin
Rêvebirên CHPê yên ku ji ajansa nûçeyan a ANKAyê re axivîne, bersiv dan pirsên li ser peywendiyên taybet ên derbarê pêvajoya çareseriyê de. Rêvebiran diyar kiriye ku li herêmê ji bo helwesta Ozgur Ozel eleqeyeke mezin heye û wiha gotin: "Cihê ku em lê radiwestin eşkere ye. Tevî hemû zextên heyî, em wekî saziyekê li rex aştiyê ne. Em li pişt îmzeya xwe ne û dê di cihê rast ê dîrokê de bisekinin. Divê desthilatdarî bêyî derengmayînê, li gorî rapora Meclisê berpirsyariyên xwe bîne cih. Em ê vê helwesta xwe di asta herî bilind de bînin ziman."
Rojeva Taybet: Pirsgirêka bingehîn aborî ye
Rayedarên partiyê destnîşan kirin ku armanca vê geştê ne tenê nîqaşên siyasî û pêvajoyê ne, di heman demê de pirsgirêka herî giran a herêmê aborî ye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber şer û tundiyê, bajarên bakûrê Kurdistanê di warê dahata neteweyî de di asta herî nizm de mane û para ku ji budçeyê digirin her tim kêm maye. CHP dê di vê serdanê de projeyên xwe yên li ser "geşedana berfireh" û plansaziyên aborî yên piştî pêvajoya aştiyê pêşkêşî raya giştî ya herêmê bike.