Parlamena Iraqê: Pejirandina qanûna petrol û gazê serpişka karên me ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Lîjneya Petrol, Gaz û Çavkaniyên Xwezayî li Parlamena Iraqê ragihand ku guhertin û pesendkirina qanûna petrol û gazê yek ji karên wê yên herî pêşîn û stratejîk e, bi merema rêkxistina belavkirina dadperwerane ya Çavkaniyên xwezayî.
Endamê Lîjneya Petrol û Gazê li Parlamena Iraqê Mihemed Fertûsî îro (Pêncşem, 21ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de ragihand: "Ev qanûn wekî yek ji giringtirîn qanûnan tê hesibandin, bi taybetî ku Iraq bo dabînkirina 90% ya dahatên xwe pişta xwe bi firotina petrolê girê dide.”
Mihemed Fertûsî her di wî warî de eşkere kir: “Lewma qet ne lojîkî ye ku qanûneke taybet bo rêkxistina peywendiyên di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de û birêvebirina pêvajoya firotin û girêdana wê bi hikûmeta federal ve nebe."
Navborî tekez jî kir ku lîjneya wan israrê li ser temamkirina vê qanûnê di vê gera parlamenê de dike, û bo vê meremê jî ew dê li gel hemî aliyên siyasî bişêwire, daku reşnivîsek bê amadekirin ku tê de mafê tu aliyekî neyê binpêkirin.
Dahata Petrolê û Astengiyên Teknîkî yên Boriya Ceyhanê
Endamê lîjneya navborî eşkere jî kir ku ji bo derbazkirin wê qanûnê di qonaxa bê de, lîjneya petrol û gazê dê pişta xwe bi reşnivîsên berê û wan hevfêmkirinên berdewam girê bide yên ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene.
Li ser derengketina destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêya boriya Ceyhan – Pêşxabûrê jî, Fertûsî eşkere kir: "Derengketina hinardekirina petrolê bi rêya boriya Ceyhan - Pêşxabûrê, tenê peywendî bi sedemên teknîkî ve heye."
Navborî di dawiya axaftina xwe de jî destnîşan kir ku divê hikûmeta bê (ya ku niha Çarçoveya Hevahengiyê mijûlî temamkirina kabîneya wê ye) di bernameya karê xwe de hevahengiyê li gel Herêma Kurdistanê bike, bi taybetî li ser dosyaya hinardekirinê û zeviyên petrolê yên hevpar, ku ev hemî jî bi qanûna petrol û gazê ve girêdayî ye.