Qeter daxwaza vekirina Tengava Hurmizê û rakirina mînên deryayî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnera Herdemî ya Qeterê li Neteweyên Yekbûyî tekez li ser pêdivîtiya dubare vekirina Tengava Hurmizê û paqijkirina wê ji mînên deryayî kir, herwesa hişyarî da ku berdewambûna girtina wê tengavê li ser ewlehiya cîhanî û zincîra dabînkirina enerjî û kelûpelan xetereke mezin e.

Nûnera Herdemî ya Dewleta Qeterê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Alya Ehmed bin Seyf Al Sanî îro (Pêncşem, 21ê Gulana 2026ê) ragihand ku girtina Tengava Hurmizê ji aliyê Îranê ve karekî xeter e û binpêkirineke eşkere ya qanûnên navdewletî ye; hevdem li ser ewlehiya cîhanî û ewlehiya xurek û enerjiyê li cîhanê jî gefeke rasterast e.

Al Sanî amaje bi wê yekê jî kir ku cîhan niha rûbirûyî binpêkirinên eşkere yên qanûnên navdewletî û qanûnên mirovî yên navdewletî bûye, tevî pêşxistina astengiyên mirovî, aborî û berdewamiya azarên xelkê sivîl, bi taybetî jin û zarokan li deverên pevçûnên serbazî de.

Dewleta Qeterê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku divê sepandina bacên neqanûnî li ser keştiyên bazirganî û petrolhilgir bê rawestandin û bang kir ku ew alozî hemî tenê bi rêyên aştiyane bên çareserkirin.

Di dawiya gotara xwe de jî, Nûnera Qeterê li NYyê spasî û piştgiriya temam a Dewleta Qeterê bo bizavên berdewam ên Pakistanê û hemî wan aliyên navbeynkar diyar kirin, ku bi şev û roj bo bidawîanîna vê qeyranê bi rêyên diyalog û dîplomasiyê kar dikin.