Trump: Îran rojane 500 milyon dolaran ji dest dide
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan Tengava Hurmizê bi rengekî fermî û bi temamî kontrol kiriye û Îran di warê serbazî û aborî de rûbirûyî hilweşîneke mezin bûye. Wî eşkere jî kir ku ji ber dorbêç û zextan, Tehran her rojê bi bihayê 500 milyon dolaran zirarê dibîne.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump îro (Pêncşem, 21ê Gulana 2026ê) ragihand: "Me Tengava Hurmizê bi temamî kontrol kiriye û tu keştî bêyî razîbûna me di wê tengavê re derbaz nabe." Tekez jî kir ku divê ew tengav vekirî bimîne û bi tu awayekî rê nayê dan ku bac ji keştiyan bê standin.”
Li ser şiyanên serbazî yên Îranê jî, Trump amaje da ku Tehranê hêza xwe ya asmanî û deryayî ji dest daye û ragihand: "Em rêyê nadin ku Îran bibe xwediya çekên atomî." Wî eşkere jî kir ku ji ber zext û cezayan, Îran her rojê 500 milyon dolaran ji dest dide.
Serokê Amerîkayê bal kişand ser paşeroja aboriya cîhanî û got: "Dema ku şerê Îranê bi temamî bi dawî bibe, nirxê sotemeniyê li sûkên cîhanê dê bi awayekî berçav dakeve." Hevdem amaje bi rewşa navxweyî ya Amerîkayê kir û diyar kir ku tevî şerê Îranê, rêjeya derfetên kar pir bilind e.
Di pareke din a axaftina xwe de, Trump behsa hevrikiya teknolojîk a welatê xwe ya li gel Pekînê kir û ragihand: "Di warê Hişê Destçêkirî (AI) de, em gelek li pêşiya Çînê ne." Wî eşkere jî kir ku di vî warî de, wî ligel Serokê Çînê danûstandin kirine û tekez li ser serdetiya Amerîkayê di vî warî de kiriye.