Parêzgarê Musenayê: Gorên bikom belgeyên eşkere yên hovîtiya rejîma berê ne

Muhened Îtabî
Muhened Îtabî

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Musenayê di dema pêşwazîkirina kesûkarên qurbaniyên Enfalê de li biyabana Semaweyê gorên bikom wekî "belgeyên herî eşkere li ser hovîtiya rejîma berê" wesf kirin û tekez li ser kûrahiya peywendiyên biratî û dîrokî yên di navbera pêkhateyên Iraqê de kir.

Parêzgarê Musenayê Muhened Îtabî duhî (Pêncşemê, 21ê Gulana 2026ê) taybet ji Kurdistan24ê re ragihand: "Gorên bikom ên li biyabana Semaweyê li ser wê zordariya ku li dijî gelê Kurd hatiye kirin belgeyên eşkere û nemir in."

Muhened Îtabî amaje bi dilgermiya xelkê parêzgeha Musenayê bo pêşwazîkirina kesûkarên Enfalkiriyan kir û got: "Em silav û dilovaniyê bo canê paqij ê hemî şehîdên Iraqê dişînin. Îro em wan şehîdên nemir bibîr tînin ên ku rejîma berê bi awayekî pir hovane û dûrî hemî bihayên mirovahiyê ew bi saxî binax kiribûn."

Parêzgarê Musenayê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku ew xebat û qurbanîdana gelê Kurd di nav wê parêzgehê de heta hetayê dê di bîranîna dîrokê de zindî bimîne.

Muhened Îtabî zêde jî kir: "Ev gorên bikom ên parêzgeha me heta roja îro jî wekî semboleke ron û belgeyeke zindî bo selmandina wan tawanên hov mane, yên ku ji aliyê dîktator Sedam Hisên ve hatine kirin. Hîn jî wêneyê wan gulên zarok, jin, dayik, xûşk û birayên me li bîra me ye, ku di nav van goran de hatine veşartin."

Navborî li dawiyê jî hêvî xwest ku malbat û kesûkarên qurbaniyan li ser seredankirina wê parêzgehê berdewam bin û ragihand: "Parêzgeha Musenayê her sal bi dilgermî çaverêya hatina wan bi sedan kesan dike yên ku bo nûkirina peyman û rêzgirtina li şehîdên xwe berê xwe didin vê deverê; ew kesûkarên me ne û li vê derê di nav mal û kesûkarên xwe de ne."

Ev peyama mirovî ya Parêzgarê Musenayê di demekê de ye ku tenê berî çend rojan li Bexdayê, dadgeha Iraqê cezayê sêdaredanê (îdamê) bi ser yek ji celadên herî hov ên Enfalê bi navê Ecac Tikrîtî de sepand.

Ecac Tikrîtî ku wekî berpirs û celadê sereke yê zindana Nugreselmanê dihat naskirin, destê wî di kuştin, binaxkirina bi saxî û tadariya seksî ya li dijî bi sedan keç û jinên Kurd de hebû, lewma jî zindîkirina bîranîna qurbaniyan li biyabana Semaweyê hevdem ligel cezakirina wî tawanbarî wekî serkeftineke nû ya dadperweriyê û sersaxiyeke pîroz bo malbatên Enfalkiriyan tê dîtin.