Dîplomasî bêencam ma: Trump gefa "operasyoneke leşkerî ya dawî" dixwe
Navenda Nûçeyan (K24) – Danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê de ji bo bidawîkirina şerê heyî, heya niha bêencam mane. Dema ku Tehran tekez dike ku li ser hemû xalan lihevkirin çênebûye, li Washingtonê jî nîqaşên li ser bijardeya leşkerî ya dawî germ dibin.
Medyayên Îranî ragihandin, tîma danûstandinkar a Îranê li gel nûnerên Washingtonê negihîştiye ti encameke dawî. Jêderekî nêzîkî tîma Îranê diyar kir, herçend di hin mijaran de pêşketin hebin jî, lê prensîpa wan aşkere ye: "Heta ku hemû mijarên nakok bi temamî çareser nebin, ti peyman nayê îmzekirin."
Li aliyê din, malpera "Axios" li ser zimanê berpirsekî Amerîkî ragihand, danûstandinên li gel Îranê "pir mandûker" bûne û heya niha ti pêşketineke mezin a ku rê li ber aştiyê veke, çênebûye. Li gorî zanyariyan, her du alî rojane reşnivîsan diguherînin, lê di pratîkê de gavan bi pêş de naavêjin.
Medyayên Amerîkayê ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump geşta xwe ya New Jersey betal kiriye û bi lez vegeriya paytext Washingtonê. Trump li ser hesabê xwe yê "Truth Social" girîngiya vegera xwe wekî "pêdiviyeke qonaxê" pênase kir û got: "Ez girîng dibînim ku di vê qonaxa hestiyar de li Qesra Spî bimînim."
Trump ku berê ji rojnamevanan re behsa hebûna dosyayeke taybet a bi navê "Îran" kiribû, piştî vegera xwe ya ji Çînê bi şêwirmendên xwe yên nêzîk re civiya. Di civînê de bijardeyên şerê li gel Îranê hatin nirxandin, lê heta niha ti biryareke dawî nehatiye girtin.
Di heman demê de, tora CBS li ser zimanê çavkaniyên agahdar ragihand ku artêşa Amerîkayê ji bo êrîşeke muhtemel a li ser Îranê di dawiya vê hefteyê de amadekariyên xwe temam dike.
Rewşa aloziyê ya ku di 28ê Sibata 2026an de bi êrîşên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê û kuştina fermandarên payebilind ên Îranî dest pê kiribû, piştî bersiva Tehranê ya li dijî baregehên Amerîkayê û girtina tavilê ya Tengava Hormuzê kûrtir bû.
Di 8ê Nîsana 2026an de Amerîkayê jî wekî bersiv hemû benderên Îranê dorpêç kirin, lê ji ber ku Tehran hîn jî Tengava Hurmizê bi girtî dihêle, ev yek bandoreke giran a aborî û krîzeke enerjiyê li ser asta cîhanê bi xwe re tîne.