Derbarê biryara ‘Betalbûna Mitleq a CHPê’ de partiyên mixalefetê çi got?

Enqere (K24) - Li Tirkiyeyê bertekên li dijî biryara “betalbûna mitleq a demkî” ya di doza ku ji bo betalkirina 38emîn Kongreya Asayî û 21emîn Kongreya Awarte ya CHPê hatiye vekirin de berdewam dikin. Li gorî biryarê Serokê Giştî yê berê Kemal Kılıçdaroğlu û birêvebiriya wî dê peywirê dewr wergirin.

Daîreya Hiqûqê ya 36an a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Enqereyê di doza kongreya CHPyê de biryara xwe da. Dadgehê biryar da ku Ozgur Ozel û birêvebiriya partiyê wekî tedbîreke demkî ji kar werin dûrxistin û Kemal Kiliçdaroglu û birêvebiriya wî peywirê dewr wergirin. Piştî biryarê jî partiyên mixalefetê bertekên tund nîşan dan.

Kongreya Asayî ya 38an a CHPyê 4-5ê Çiriya Paşîn a 2023yan hatibû kirin. Serokê Giştî Ozgur Ozel, endamên Desteya Birêvebiriya Navendî, endamên Meclisa Partiyê û endamên Desteya Dîsîplînê ya Bilind bi wê kongreyê hatin ser peywirê. Ew wekî tedbîr ji peywirê hatin dûrxistin.

Serokê Giştî Kemal Kiliçdaroglu, endamên Meclisa Partiyê û endamên Desteya Dîsîplînê ya Bilind beriya kongreya 4-5ê Çiriya Paşîn a 2023yan li ser peywirê bûn. Ji ber ku bi biryara dadgehê ew kongre bi betalbûna mitleq seqet maye heta biryar teqez bibe dê carek din ew wekî tedbir peywirê dewr wergirin û vegerin ser karê xwe.

Piştî biryara ‘betalbûna mitleq a demkî’ ya derbarê 38emîn Kongreya Asayî û 21emîn Kongreya Awarte ya CHPê hatiye vekirin de berdewam dikin. Herwiha hem ji aliyê endamên CHPê ve hem jî ji aliyê partiyên siyasî yên mixalefetê bertekên tund nîşanî biryarê hatin dayîn.

Ozel: ‘Em xwediyê malê ne, em teslîm nabin’

Serokê CHPê Ozgur Ozel diyar kir ku ew li dijî vê biryarê li ser vebijêrkeke partiya duyemîn nasekinin. Ozel got: “Em li vir xwediyê malê ne, kirêdar diçin, xwediyên malê dimînin. Ka dê kî di qesra bav de rûne jî, tenê xwediyên rastîn ên qesra bav dê biryarê didin. Herwiha piştî biryarê Ozgur Ozel peyama ‘em teslîm nabin’ da.

Kılıçdaroglu: ‘Em dê meşa xwe ya ber bi desthilatê ve bidomînin’

Kemal Kılıçdaroğluyê ku bi biryara dadgehê carek din vegeriya ser wezîfeya serokatiya giştî ya CHP”ê, di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî de ev biryar nirxand û got: “Divê ev biryar ne bibe sedema dabeşbûnê, divê bibe fersendek ku em li bin sîwana çinarê xwe yê sedsalî de li hev bicivin. Herwiha Kemal Kılıçdaroğlu ragihand Divê hemû endamên partiyê bir aramî qebûl bikin, partiya wa partiyeke pir mezin e û dê ew meşa xwe ya ber bi desthilatê ve ve bidomînin.

Yavaş: ‘Divê partî bi vîna xwe biryara kongreye bide’

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş got: Tişta ku divê were kirin ne mezinkirina alozî û rageşiyê ye û bang kir ku lazim e partî bi vîna xwe di nav mehek an du mehan de biryara kongreyê wergire.

DEM Partî: ‘Biryara betalbûna mitleq “operasyoneke zexta siyasî” ye’

DEM Partiyê li ser biryara dadgehê ya derbarê CHPyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Komîteya Revebir a Navendî ya DEM Partiyê biryara betalbûna mitleq wekî “operasyoneke zexta siyasî” bi nav kir û got, biryar perçeyekî wê operasyon û têgihiştina zexta siyasî ye ku dixwaze bi destê darazê siyasetê dîzayn bike ye.

DEM Partiyê di daxuyaniya nivîskî de destnîşan kir ku ev biryar zererê dide aştiya civakî û wiha pê de çû:

‘Ev biryar dê nebaweriya li hemberî proseya aştiyê mezin dike’

“Di vê serdema dîrokî de ku hewldanên dabînkirina aştiya civakî zêde bûne, di demekê de ku derfeta rasteqîn a gihandina dewlet û komarê ya bi demokrasiyê re heye, biryara betalbûna mitleq tenê nebaweriya li hemberî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk mezin dike.

Pêkanînên ku cemsergiriyê di civakê de zêde dikin û aştiya navxweyî xera dikin, krîza pêbaweriyê girantir dikin.

Ev biryara ku di van rojên nêzîkî sererastkirinên yasayî de hatiye dayîn, gavek e ku rasterast dixwaze siyê bixe ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.”

‘Hevserokên DEM Partiyê bi Ozel re axivîn’

Ji aliyekî din ve Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tûlay Hatîmoğulları û Tuncer Bakırhan jî rêya telefonê bi Ozel re axivîn û piştgirî û hevgirtina xwe ji Ozel re ragihandin.

Partiya ÎYÎyê: ‘Em li dijî her cure destwerdanên nedemokratîk in’

Serokê Giştî yê Partiya IYIyê Musavat Dervişoğlu di parvekirina xwe ya medyaya civakî de da zanîn ku ew heta dawiyê li dijî her cûre destwerdanên nedemokratîk yên li dijî vîna gel û demokrasiyê ne. Dîwana Serokatiyê û Koma Meclîsê ya partiyê, piştî biryara dadgehê ya derbarê CHP”ê de, îro (22.05.2026) dê bi awayekî awarte bicive.

Partiya Saadetê: ‘Gotin jî, biryar jî, mohr jî ya GEL e’

Serokê Partiya Saadetê Mahmut Arıkan jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belavkir û got, “Di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de, her dem wijdan û vîna gel paşeroja siyasetê û partiyên siyasî diyar kiriye. Bêewlekirina partiyên siyasî bi destê darazê, dê di warê demokrasiya me de birînên kûr ên ku nayên dermankirin vebike.” Mahmut Arıkan her wiha anî ziman ku “Li ser paşeroja partiyan ne li salonên dadgehê, bi vîna gel li ser sindoqan biryar tê dayîn. Gotin jî, biryar jî, mohr jî ya GEL e.”

Partiya Zaferê: ‘Ev biryar biryareke li dijî siyaseta demokratîk e’

Di daxuyaniya yekem a Partiya Zaferê de hat gotin ku “Xala ku em gihîştine nîşan dide ku sepanên “Hiqûqa Cezayê ya Dijmin” li Tirkiyeyê berfireh dibin.”Ev biryar wekî “biryareke li dijî siyaseta demokratîk a hevdem û serweriya hiqûqê ya li Tirkiyeyê” hat nirxandin. Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag, li Navenda Giştî ya CHP bi Ozgur Ozel re hevdîtineke ku 15 xulekan berdewam kir pêk anî. Piştî vê hevdîtînê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku demokrasiya Tirk di nav “krîzeke giran” re derbas dibe û destwerdana dadgehekê ya bi vî rengî di siyasetê de di dewleteke hiqûqê ya demokratîk de nayê qebûlkirin

Daxuyaniya yekem a Partiya Serkeftinê wiha digot, “Rewşa heyî nîşan dide ku sepandina “Qanûna Cezayê Dijmin” li Tirkiyeyê berfireh dibe.”

Partiya Karkerên Tirkiyê: Em dê wî kesê kul i ser kursiyê CHPê rûne wekî serok nas nekin’

Berdevka Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Sera Kadıgil jî piştî biryarê daxuyand ku ew ê li dijî vê biryarê û êrîşa dij-şoreşgerî ya Qesrê li ber xwe bidin û daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî wiha domand: “Beriya her tiştî, her kesê ku bûye sedema derketina vê biryarê û bi niyeta rûniştina ser wê kursiyê ye, dabeşkerê/kûklayê Qesrê ye. Em ê wî/wê kesê ku bi destû û erêkirina desthilatê rûne ser kursiyê CHP”ê bi awayekî siyasî wekî serok nas nekin.

Partiya Paşerojê: ‘Ev biryar, hewldanek ji bo dîzaynkirina siyasetê ye’

Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê/Paşerojê Ehmet Davutoglu jî li hember biryarê bertek nîşan da û got “Eşkera ye ku biryara betalbûna mitleq, ji aliyê pêvajo û dema xwe ve ji encamek qanûnî bêtir hewldanek ji bo dîzaynkirina siyasetê ye.” Davutoglu herwiha hişyariyê da: “Ger derbasdariya kiryarên ku piştî ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind, ku xwediyê desthilatdariya tevahî ye, biryara xwe dide, werin pirsîn, wê hingê ewlehiya hilbijartin û kongreyên pêşerojê jî dê bibe gumanbar.”

Partiya DEVAyê: ‘Daraz nikare bibe amûreke dîzaynkirina siyasetê’

Serokê Giştî yê Partiya DEVA”yê Alî Babacan jî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Birêvebirina partiyên siyasî, ne bi biryarên dadgehê; bi vîna endam, delege û hilbijêran diyar dibe. Daraz, nikare bibe amûreke dîzaynkirina siyasetê.”

‘Kılıçdaroglu wekî karê yekem 3 parêzerên partiye ji wezîfeyê dûrxistin’

Serokê Giştî yê berê Kemal Kılıçdaroğlu yê ku piştî biryara “betalbûna mitleq” (pûçbûna bêguman) a li ser CHPê wekî tedbîr hatibû ser wezifeyê, 3 parêzerên partiyê ji wezifeyê dûrxistin.

Kemal Kılıçdaroğlu yê ku bi biryara dadgehê hatibû ser Serokatiya Giştî ya Partiya Gel a Komarî (CHP), bi azîlnameyeke (nivîsa lîstendina wezifeyê) ku şand, 3 parêzerên partiyê ji wezifeyê derxistin.

Herwiha li gorî çavkaniya jî ku parêzerên ji wezifeyê hatine girtin Çağlar Çağlayan, Mehmet Can Keysan û Hazar Kardaş in.

Çi bûbû?

Ozgur Ozel di Kongreya Asayî ya 38an a 4-5ê Çiriya Paşîn a 2023yan de ketibû ji bo serokatiya giştî ya CHPe ketibû pêşbirkê.

Di hilbijartina de jî Ozel li hemberî Kemal Kiliçdaroglu bi ser ketibû û wekî serokê nû yê CHPyê hatibû hilbijartin.

Piştî ku Ozel serokatiya Giştî ya CHPê bidestxist, Serokê Şaredariya Hatayê Lutfu Savaş û hinek delegeyan doza betalkirinê vekir.

Di dozê de daxwaz hate kirin ku divê tesbît bibe ku Kongreya Asayî ya 38an bi “betalbûna mitleq” betal e.

Wan herwiha xwest ku Serokê Giştî Ozgur Ozel, endamên Desteya Birêvebiriya Navendî, Meclisa Partiyê û Desteya Dîsîplînê ya Bilind ji peywirê werin dûrxistin.

Di heman dozê de hatibû daxwazkirin ku Kiliçdaroglu û desteyên berê yên ku bêriya Kongreya 38an li ser kar bûn careke din vegerin ser peywira xwe.