Taxa Kurdan a Şamê di bin barê giran ê buhabûnê û nebûna xizmetguzariyan de maye
Şam (K24) – Taxa Ruknedîn a li paytexta Sûriyeyê, Şamê, ku wekî taxeke Kurdnişîn tê naskirin, bi krîzeke kûr a aborî û kêmbûna xizmetguzariyan re rû bi rû ye. Niştecihên taxê ji ber gurbûna şert û mercên jiyanê û bilindbûna bihayê kelûpelan daxwaza çareseriyeke lezgîn dikin.
Nebûna xizmetguzariyên bingehîn û herifîna nirxê lîreyê Sûrî li hemberî daxwazên jiyanê, barê welatiyan giran kiriye. Şêniyên taxê diyar dikin ku mûçeyên wan têra pêdiviyên serekê nake û bazar ji kontrolê derketiye.
"Mûçe têra 10 rojan nake"
Welatiyê bi navê Beşîr Hebal, ku li taxa Ruknedînê dijî, bal kişand ser zehmetiyên jiyanê û wiha got: "Rewşa jiyanê ji bo xelkê pir xirab e. Bihayê her tiştî zêde bûye, lê mûçe pir kêm in. Ez bi xwe xanenîşîn im û mûçeyê min 600 hezar lîre ye, ev mûçe têra xercê 10 rojan jî nake. Xizmetguzarî tune ne û kontrola bazarê jî bi temamî winda bûye."
Bêkarî û faturayên giran
Ji aliyê xwe ve, welatiyê bi navê Emar Milî behsa bandora krîzê li ser ciwanan kir û wiha axivî: "Rewş gelekî xirab e, kar tune ye û gelek ciwan bêkar in. Em nikarin faturayên ku ji bo me tên bidin. Daxwaza me ew e ku rewş baş bibe, ji ber ku êdî bîna me li ber vê rewşê teng bûye."
"Em dikan bi dikan li bihayê erzan digerin"
Welatiyê xanenîşîn Besam Eyûbî jî diyar kir ku ew neçar in ji bo peydakirina pêdiviyên xwe yên bi bihayekî hinekî kêmtir, hemû dikanan bigerin: "Pêwîst e her kes zêdetir bixebite, lê dîsa jî têra jiyanê nake. Gava mirov bixwaze tiştekî bikire, divê li hemû dikanan bigere, da ku bihayê herî kêm peyda bike. Cudahiya di navbera mûçe û bihayê bazarê de karesat e."
Banga ji bo hikûmetê
Taxa Ruknedîn ku yek ji kevintirîn taxên Şamê ye û hejmareke mezin a Kurdan lê dijî, bi salan e ji ber şer û ambargoyê ziyanê dibîne. Lêbelê karesata aborî ya dawî û nebûna xizmetguzariyên şaredariyê, jiyana rojane gihandiye qonaxeke metirsîdar.
Welatiyên taxê bang li Hikûmeta Sûriyeyê û aliyên peywendîdar dikin ku bi lez destwerdanê bikin, bihayên bazarê kontrol bikin û xizmetguzariyên wekî elektrîk û avê baştir bikin berî ku rewş hîn bêtir ji kontrolê derkeve.