Mesrûr Barzanî bo K24ê: Me ligel Arecî behsa êrîşên li ser Kurdistanê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, di civîna ligel Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê de, wan bi rengekî fermî behsa êrîşên li ser Herêma Kurdistanê kiriye. Hevdem Qasim Arecî tekez kir ku fêmkirineke mezin di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye, ku di berjewendiya hemî welatiyên Iraqê de ye.
Di çarçoveya berdewambûna seredana xwe ya dîplomatîk û fermî bo Bexdayê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 24ê Gulana 2026ê) bi Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Qasim Arecî re civiya û rewşa ewlehî û siyasî ya Iraqê nîqaş kir.
Piştî bidawîbûna civîna her du aliyan li Bexdayê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim Arecî di kongreyeke rojnamevanî ya kurt de bersiva pirsiyarên rojnamevanan da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di bersiva pirsiyareke peyamnêrê Kurdistan24ê Dîlan Barzan de, li ser êrîşên bi mûşek û dronan ên li ser Herêma Kurdistanê, ragihand: "Em li ser vê mijarê axiftine û rêzdar Qasim Arecî herdem piştgir bûye ku em bikarin wan gefên ku li ser Herêma Kurdistanê û seranserî Iraqê hene nehêlin û cenabê wî jî di vî warî de rola xwe lîstiye."
Arecî: "Kak Mesrûr li ser ser û çavên me ye"
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim Arecî jî ji aliyê xwe ve kêfxweşiya xwe ya mezin bi seredana Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir û got: "Em bi vê seredana mezin a cenabê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pir dilxweş in, bira û ezîzê min kekê Mesrûr. Îşela kar û proje dê baş bi rê ve biçin."
Arecî herwisa bal kişand ser asta hevahengiyê jî û ragihand: "Fêmkirineke mezin jî di navbera Herêmê û hikûmeta federal de heye, bi awayekî ku di berjewendiya hemî welatiyên Iraqê de be. Em herdem û di her demekê de bixêrhatina wî dikin û ew herdem li ser ser û çavên me ye."