Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî pêwendiyên û Hewlêr û Bexdayê guftûgû kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî kir û bi hev re pêşketinên dawî yên Iraqê û pêngavên çareserkirina kêşeyên Hewlêr û Bexdayê guftûgû kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Gulana 2026an pêşwazî li Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî (Mistefa El-Kazimî) kir.
Di hevdîtinê de, rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal hatin nirxandin.
Herwiha di civînê de behsa serdana vê dawiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Bexdayê û guftûgoyên wî yên ligel berpirsên pilebilind ên hikûmeta federal û aliyên siyasî yên Iraqê hat kirin. Tekezî li ser wê yekê hat kirin ku armanca wan hevdîtinan, çareserkirina bingehîn a kêşeyan di çarçoveya destûra Iraqê de ye.