Li Stenbolê Festîvala Mûzîka Kurdî lidar ket

Stenbol (K24) – Li Stenbolê di çarçoveya rojên danasîna Agiriyê de Festîvala Mûzîka Kurdî bi rê ve çû û Kurdên Stenbolê bi stranên hunermendên wekî Delîl Dîlanar, Tara Mamedova, Hemê Hecî û Dosso Dossî şeveke şoxûşeng derbas kirin. Rêkxerê festîvalê karsaz Hîkmet Karaslan nasyar Dosso Dossî diyar kir ku ew bi amadekirina vê çalakiyê, dixwazin çanda Kurdan û bajarên wan bidin nasîn, daku navçeyên Kurdî bibin navendên geştiyariyê.

Hîkmet Karaaslan bi navekî din MR. Dosso Dossî. Ev karsazê Kurd, hinek caran bi festîvalên mûzîkê, hinek caran jî bo pêşkêşkirina cilên modeyî li ser Çiyayê Agiriyê, danasîna çanda Kurdî dike. 

Navnîşana vê carê Bexçeya Balafirgeha Atatûrkê bû û Kurdên li Stenbolê gihiştin hunermendên xwe yên herî navdar. Karaslan dibêje armanca wî ya sereke danasîna Kurdan û bajarên wan e daku navçeyên wan bibin navendên geştiyariyê.

Karsaz Hîkmet Karaaslan: "Em dixwazin her bajarê me bibe navendeke geştiyariyê. Em dixwazin geştyar herin bajarên me. Îro li Stenbolê em dîroka xwe, xwarina xwe, çanda xwe û mûzîka xwe nîşan didin, daku her kes bibîne Agirî çi ye û bajarê Agiriyê çawa ye."

Paşê Tara Mamedova, Delîl Dîlanar û Hemê Hecî derketin ser dikê û stranên xwe yên herî diyar pêşkêş kirin.

Hunermend Hemê Hecî: "Şeva îro ji bo me gelek girîng e. Ji ber ku mirovên me, gelê me ji warên xwe gelek caran koçber bûne, hatine bakurê Tirkiyeyê û derveyî welat. Ev konsere bûye sedem ku em careke din dengê xwe bigihînin mirovên xwe û em bibêjin 'hûn Kurd in, Kurdî bijîn'."

Hunermend Tara Mamedova: "Her cihê ku gelê me lê ye, ji bo me ew der bihişt e. Ji ber ku em ji bo vê dijîn, em ji bo vê dixebitin, em ji bo vê stranan dibêjin daku dengê me û ew hestê dilê me bi gelê me re bibe yek. Şeveke pir xweş bû, tevî ku baran hebû jî gelek mirov hatibûn."

Hunermend Delîl Dîlanar: "Her Kurdek li kîjan derê dinyayê yan li kîjan bajarî bernameyeke serkeftî çêbike, ew serkeftina miletê Kurd e. Ev festîval û ev mîhrîcana mûzîka Kurdî çanda me ye, nasnameya me ye. Dema ku Kurdekî me serkeftinekê bi dest dixe, mirov serbilind dibe. Ez ji bo wî ruhê Kurdewariyê li vir im."

Li nava qadê jî dîmenên rengîn hebûn. Hêviya Kurdên li Stenbolê zêdetirbûna konser û çalakiyên Kurdî bû.

Digel baranê jî welatî heta derengê şeve qada konsere çol nekirin û têra xwe govend girtin.