Qalîbaf û Araqçî gihîştin Qeterê

Abbas Araqçî û Mihemed Baqir Qalîbaf
Abbas Araqçî û Mihemed Baqir Qalîbaf

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamena Îranê Mihemmed Baqir Qalîbaf û Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî gihîştin Dewheyê daku ligel Amerîkayê danûstandinan li ser lihevkirineke nû bo bidawîanîna şer bikin. Hevdem Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da û ragihand ku ew lihevkirineke mîna "karesata Bercamê" ya serdemê Obama bi ti awayî îmze nake.

Her du ajansên nûçeyan ên cîhanî "Reuters" û "AFP" îro (Duşem, 25ê Gulana 2026ê) ji zarê çavkaniyên haydar belav kir ku Serokê Parlamena Îranê Mihemmed Baqir Qalîbaf û Wezîrê Dervey ê Îranê Abbas Araqçî gihîştine Dewheya paytexta Qeterê, bi merema nîqaşkirina îhtîmala gihîştina bi lihevkkirinekê ji bo rawestandina şer.

Berpirsekî ji ajansa Reutersê re ragihand ku armanca serekî ya van danûstandinên rasterast û nerasterast li rêza yekê li ser pirsa Tengava Hurmizê û yedeka uranyuma zengînkirî ya Îranê ye.

Wê çavkaniyê eşkere jî kir ku Parêzgarê Banka Navendî ya Îranê jî di nav wê şandetyê de ye; ev jî bi merema nîqaşkirina pirsa azadkirina pereyên astengkirî yên Tehranê di çarçoveya lihevkirina dawiyê ya di navbera her du welatan de.

Tevî destpêkirina van danûstandinan, Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser tora civakî ya "Truth"ê daxuyaniyeke tund belav kir û tê de ragihand: "Lihevkirina li gel Îranê dê an dê bibe lihevkirineke pir bi destkeftî û tije mana, an jî dê tu lihevkirin nebin!”

Trump herwesa got: “Ev pêvajo dê bi temamî berevajî karesata Bercamê (Lihevkirina Atomî ya 2015ê) be, ku îdareya şikestî ya Obama danûstandin li ser kiribûn; ku ew rêyeke rasterast û vekirî bû ku Îranê bûba xwediya çekê atomî. Nexêr, ez lihevkirineke wesa nakim!"

Ev danûstandin di demekê de ne ku seranserî devera Rojhilata Navîn ji ber şerê 39 rojî yê rasterast û giran ê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de di nav qeyraneke kûr a ewlehiyê de ye; lewma livînên dîplomatîk gihîştine lûtkeyê, daku rênimayiyeke giştgir bo bidawîanîna şer bê dîtin.