Iraq: Ewlehiya welatên Kendavê beşek ji asayîşa me ya niştimanî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Iraqê bi boneya 45emîn salvegera damezrandina Encûmena Hevkariya Welatên Kendavê, peyameke pîrozbahiyê weşand û tekezî li ser giringiya asayîşa navçeyê kir.
Wezareta Derve ya Iraqê îro 26ê Gulana 2026an di daxuyaniyekê de, rola bi bandor a Encûmena Hevkariya Kendavê bilind nirxand û diyar kir ku vê saziyê roleke sereke di bihêzkirina ewlehî û aramiya navçeyê de lîstiye. Herwiha destnîşan kir ku Encûmenê giyanê hevkariyê di navbera welatên navçeyê de pêş xistiye.
Di beşeke daxuyaniyê de giringiya peywendiyên Bexdayê yên ligel paytextên welatên Kendavê hat nirxandin û hat gotin: "Iraq bi giringiyeke mezin li peywendiyên xwe yên ligel welatên Kendavê dinêre. Em asayîş û aramiya wan welatan, wekî beşeke danenrbirî ya pergala asayîşa neteweyî ya Erebî û wekî berdewamiya asayîşa niştimanî ya Iraqê dibînin."
Wezareta Derve ya Iraqê destnîşan kir, ew piştgiriyê didin pêşxistina peywendiyên dualî û hevkariyên hevbeş da ku geşepêdaneke giştî û piralî li navçeyê pêk bê.
Di dawiya daxuyaniyê de, Iraqê bang kir ku ji bo çareserkirina hemû dijwarî û kêşeyên li navçeyê, tenê zimanê dîyalog û hevtêgihiştinê bê bikaranîn, bi awayekî ku xizmeta aştiya herêmî û berjewendiyên hemû aliyan bike.