Hewlêr: Di 4 mehên îsal de zêdetirî 860 hezar geştiyar hatine paytextê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Geştiyariya Hewlêrê amarên herî nû yên hatina geştiyaran aşkere kirin û ragihand, ji bo rojên Cejna Qurbanê wan hemû amadekariyên xwe temam kirine.

Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Geştiyariya Hewlêrê Nerîman Fazil ji Kurdistan24ê re diyar kir, li gorî daneyan, heta dawiya meha Nîsana îsal, 861 hezar û 501 geştiyar serdana sînorê parêzgeha Hewlêrê kirine.

Derbarê amadekariyên ji bo Cejna Qurbanê de, Nerîman Fazil destnîşan kir, wan planeke hûr amade kiriye da ku xizmetguzariyên herî baş pêşkêşî geştiyaran bikin. Fazil herwiha got: "Tîmên me li hemû dergehên hatina geştiyaran û li xalên kontrolê hatine bicihkirin, da ku bi germî pêşwaziya geştiyaran bikin."

Berdevkê Geştiyariyê herwiha da zanîn, li hundirê bajarê Hewlêrê jî komîteyên wan ên çavdêriyê dê berdewam di nav kar de bin. Armanca van komîteyan kontrolkirina hotel, rîstoran û cihên geştiyariyê ye, da ku ti pirsgirêkên teknîkî yan jî yên nirxan ji bo geştiyaran çênebin û eger kêşeyek hebe jî, bi lez bê çareserkirin.

Derbarê hejmara geştiyarên ku di rojên cejnê de tên payîn, Fazil got: "Herçend em niha nikaribin hejmareke tam diyar bikin, lê hemû amadekariyên me ji bo pêşwaziya hejmareke pir mezin a geştiyaran in ku ji naverast û başûrê Iraqê û welatên cîran berê xwe didin Herêma Kurdistanê."