Tasnim: Tehran û Washington danûstandinan li ser pereyên blokkirî dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya hevtêgihiştina navbera Tehran û Washingtonê de, biryar e nêzîkî 24 milyar dolar ji pereyên Îranê yên blokekirî bêne azadkirin. Ev pêngav wekî xala dawî ya ber bi îmzekirina peymana atomî ve tê nirxandin.

Ajansa "Tasnim" a Îranî ragihand, azadkirina van pereyan xala herî giring a reşnivîsa peymanê ye ku niha guftûgo li ser têne kirin. Ji bo mîsogerkirina mekanîzmaya vegerandina darayiyan, Serokê Parlamena Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf serdana Qeterê kir. 

Tê diyarkirin ku navbeynkariya Qeterê bûye sedema pêşketineke berçav di diyaloga nerasterast a navbera her du welatan de.

Li gorî jêderan, bi giştî nêzîkî 120 milyar dolarên Îranê li bankên welatên wekî Çîn, Hindistan, Iraq û Koreya Başûr ji ber dorpêçên Amerîkayê hatine blokekirin. Îran azadkirina van darayiyan wekî mercekî bingehîn ji bo cîbicîkirina her rêkeftinekê dibîne.

Niha danûstandin tenê li ser hûrgiliyên teknîkî û şertên azadkirina van 24 milyar dolaran zêde bûne, ku piştî çareserkirina wê tê çaverêkirin peymana dawî bê îmzekirin.