NetBlocks: Piştî 88 rojên qutbûnê, înternet li pareke Îranê vegeriya

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina navdewletî ya "NetBlocks"ê ragihand ku piştî derbazbûna 88 rojan (2093 saetan) di ser qutbûna xetên peywendiyê re, torên înternetê li çend deverên cihêreng ên Îranê vegeriyane. Ev qutbûna giran, ku wekî "dirêjtirîn qutbûna înternetê di dîroka hevçerx de" tê hesibandin, piştî derketina şerê herêmî yê 39 rojî rû dabû.

Rêxistina navdewletî ya "NetBlocks"ê, ku çavdêriya ewlehiya înternetê û desthilariya toran dike, di nûtirîn raporta xwe de piştrast kir ku pîverên wan ên zindî çakbûna pareke peywendiyên înternetê li nav Îranê tomar kiriye.

Ev pêşveçûna nû jî piştî wê yekê tê ku ev welat ji ber rûdanên serbazî, bo dema 2093 saetan di nav vederiyeke reha û veqetiyaneke seranserî ji torên navdewletî de bû.

Rêxistina navborî herwesa eşkere kir ku ev rûdana qutbûnê ya li welatê Îranê wekî "dirêjtirîn qutbûna seranserî ya înternetê di dîroka hevçerx a cîhanê de" tê hesibandin.

Lê li ser berdewambûna vî xetî, NetBlocks guman xist ser binehibûna rewşê û ragihand: "Hêj eşkere nîne ka gelo ev vegeriyana înternetê dê berdewam û binecih be, an xetên peywendiyê dê careke din tûşî qutbûnê bibin."

Cîgirê Serokkomar: Me dest bi rêkarên destpêkî kiriye

Cîgirê Serokkomarê Îranê Mihemed Reza Arif jî her îro ragihand ku hikûmetê dest bi bicihanîna rêkarên destpêkî bo vegerandina xetên înternetê kiriye; ku li dawiya meha Sibatê ya borî û ligel destpêkirina alozî û şerê rasterast ê ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê bi rengekî nêzîkî seranseriyê qut bûbû.