Mesrûr Barzanî Cejna Qurbanê li Misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û tê de cejna Qurbanê li tevahiya Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê, û bi taybetî li Pêşmergeyên qehreman û hêzên Asayîşa Navxwe û kesûkar û binemalên şehîd û Enfalkiriyan pîroz kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkeftina hatina Cejna Qurbanê ya Pîroz peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de hêvî xwest ku ev cejne bibe destpêka aştî, tenahî û seqamgîriyê li Kurdistan û cîhanê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 26ê Gulana 2026ê) bi helkeftina hatina Cejna Qurbanê ya Pîroz peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî tevahiya Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand: "Bi helkeftina hatina Cejna Qurbanê ya Pîroz, ez germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî tevahiya misilmanên Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê dikim, bi taybetî ez pîrozbahiyê li Pêşmergeyên qehreman, hêzên Asayîşa Navxwe, kesûkar û malbatên serbilind ên şehîdan û Enfalkrawan dikim. Ez hêvîdar im rojên cejnê di nav xweşî, aramî û şahiyê de derbaz bikin."

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwisa hêviyên xwe bo paşeroja deverê jî diyar kirin û got: "Ez hêvîdar im cejn bibe sedema aştî, tenahî, tebayî û seqamgîriyê li Kurdistanê, deverê û tevahiya cîhanê. Cejna we pîroz be û herdem di nav bexteweriyê de bin."