Nêçîrvan Barzanî Cejna Qurbanê li Misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê bi helkeftina hatina Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir, û tê de daxwaz kir ku wateyên kûr ên cejnê yên mîna lêborîn, gerdenazakirin û lihevhatinê bibin derfetek bo vekirina rûpeleke nû ya tije niyetpaqijî, tebayî û hezkirinê di jiyan û karên rojane de.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Sêşem, 26ê Gulana 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya "X"ê peyameke pîrozbahiyê bi helkeftina hatina Cejna Qurbanê belav kir û tê de germtirîn pîrozbahî pêşkêşî tevahiya Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de nivîsiye: "Ez ji Xudayê Mezin dixwazim ku ev cejne bibe sedema xêr û xweşiyê, û şahî û kameraniyê bo hemiyan ligel xwe bîne. Ez hêviya bêhnvedaneke tena û rehet bo hemiyan dixwazim."
Hêviya vegeriyaneke bisilametî bo heciyan û banga lêborînê
Serokê Herêma Kurdistanê di pişkeke din a peyama xwe de giringî daye rewşa heciyên Kurdistanê û ragihandiye: "Ez daxwaza vegeriyaneke bisilametî bo heciyên xweşevî yên Kurdistanê dikim. Xudayê Mezin heca wan hemiyan qebûl bike û cejna wan pîroz be."
Nêçîrvan Barzanî herwisa bang li civak û aliyan kir ku rûpeleke nû vekin û got: "Di vê helkeftina pîroz de, bila em çemk û manayên kûr ên cejnê di warê lêborîn, gerdenazakirin û lihevhatinê de bikin derfetek bo nûkirina peywendiyên xwe û vekirina rûpeleke nû di ji niyetpaqijî, tebayî û hezkirinê di jiyan û karên xwe yên rojane de.”
Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de jî gotiye: “Cejna Qurbanê li hemiyan pîroz be, her sal bi xweşî."
بە بۆنەی هاتنەوەی جەژنی قوربانی پیرۆزەوە، گەرمترین و جوانترین پیرۆزبایی ئاراستەی تهواوى موسڵمانانی کوردستان، عێراق و جیهان دەکەم. لە خوای مەزن داواکارم ئەم جەژنە مایەی خێر و خۆشی بێت و شادى و کامەرانی بۆ هەمووان لەگەڵ خۆیدا بهێنێت. هیوای پشوویەکی ئارام و ئاسوودە بۆ ههمووان ده…
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) May 26, 2026