Li Hewlêrê çalakiyeke cuda ji bo kalûpîran tê sazkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw amarên nû yên geştiyariyê aşkere kirin û ragihand, di navbera 19 û 26ê Gulanê de, 77 hezar geştiyar serdana paytextê kirine. Xoşnaw hêvî kir ku ev cejn bibe "hevanê biratî û tebayiya navbera hemû aliyên siyasî."
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, îro Çarşemê 27ê Gulana 2026an, di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê, pîrozbahî li gelê Kurdistanê kir û bal kişand ser rewşa geştiyarî û mirovî ya parêzgehê.
Umêd Xoşnaw bal kişand ser cudahiya vê cejnê û ya borî û got: "Ji ber bandora şer, di Cejna Remezanê de geştiyaran kêm serdana me kiribû, lê ji bo vê cejnê amar dilxweşker in. Tenê ji 19ê Gulanê heta duh 26ê Gulanê, 77 hezar geştiyar hatine Hewlêrê."
Derbarê rewşa mirovî de, Parêzgarê Hewlêrê aşkere kir ku niha li sînorê parêzgeha Hewlêrê zêdetirî 355 hezar penaber û koçber niştecih in û xizmetguzariyên jiyanî ji wan re têne pêşkêşkirin.
Rêveberê Giştî yê Çavdêrî û Geşepêdana Civakî ya Hewlêrê, Yusif Çawşîn jî ji Kurdistan24ê re ragihand, îsal şêwaza pîrozkirina cejnê ji bo sêwî û kalûpîran hatiye guhertin.
Diyar kir, li şûna ku berpirs herin serdana xanên wan, biryar hatiye girtin ku zarokên bêserperişt û kalûpîr werin vexwendin bo Parka Samî Ebdulrehman. Çawşîn got: "Peyama me ji bo wan ew e ku ew ne bi tenê ne û em malbateke mezin in. Me xwast ew di keşûhewayeke vekirî û xwezayî de cejnê derbas bikin."
Hemû amadekarî ji bo vê çalakiya mirovî û civakî hatine temamkirin, da ku di rojên cejnê de kêfxweşî bigihe dilê her kesî û hîs bikin ku civak li pişt wan e.