Piştîwan Sadiq: Piştî cejnê gavên kirdarî ji bo civîna aliyan têne avêtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Ayînî yê Herêma Kurdistanê ragihand, piştî Cejna Qurbanê dê pêngavên cidî ji bo diyaloga navbera PDK û YNKê werin avêtin. Herwiha serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya bo Bexdayê wekî "serdaneke pir serkeftî" pênase kir.
Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Ayînî Piştîwan Sadiq îro 27ê Gulana 2026an, di konferanseke rojnamevaniyê de çend mijarên giring ên siyasî û kargêrî nirxandin.
Peyama Serok Barzanî û diyaloga PDK-YNK
Piştîwan Sadiq amaje bi peyama dawî ya Serok Mesûd Barzanî kir û got: "Peyama Serok Barzanî pêwîstî bi kiryaran heye. Me wekî PDK hemû amadekariyên xwe kirine da ku vê peyamê bicîh bînin."
Sadiq eşkere kir ku piştî Cejna Qurbanê dê hevdîtinên cidî di navbera aliyên siyasî de, bi taybetî di navbera PDK û YNKê de dest pê bikin, da ku kêşeyên heyî ji bo berjewendiya giştî bêne çareserkirin.
Encamên serdana Bexdayê
Wezîrê Ewqafê behsa serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya bo Bexdayê kir û diyar kir, li gorî nirxandina navendên Erebî û Iraqî, ev serdan gelekî serkeftî bûye. Sadiq got ku di vê serdanê de li ser mijarên destûrî yên mîna: "Hevbeşî, lihevkirin, havsengî, budce, Madeya 140 û mafên Pêşmerge" guftûgoyên baş hatine kirin. Herwiha Sadiq hêvî xwest ku hikûmeta nû ya Iraqê pabendî rêkeftinên siyasî bibe.
Hişyariyên Parêzgarê Hewlêrê bo Cejnê
Di heman çarçoveyê de, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw pîrozbahî li welatiyan kir û bang kir ku di dema serjêkirina ajelên qurbanê de, rêbernameyên tenduristiyê û parastina jîngehê li ber çav bigirin. Xoşnaw hêvî kir ku ev cejn bibe sedema aştî û tebayiya navbera hemû aliyan.