Pasdaran ragihand ku bingeheke serbazî ya Amerîkayê kiriye armanc
Navenda Nûçeyan (K24) –Arêşta Pasdaran a Îranê ragihand ku bingeheke serbazî ya Amerîkayê kiriye armanc, ev pêngav jî wek bersivdanekê bûye bo wan êrîşên ku artêşa Amerîkayê biribûn ser deverên başûrê Îranê. Hevdem artêşa Kuweytê jî têkbirina çendîn êrîşên bi mûşek û dronan ragihand.
Artêşa Pasdaran a Îranê serê vê sibehê (Pêncşem, 28ê Gulana 2026ê) ragihand ku bingeheke serbazî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kiriye armanc. Li gorî daxuyaniya fermî ya Artêşa Pasdaran, ku televizyona fermî ya Îranê belav kiriye, ev êrîş saet 04:50 yê serê vê sibehê de hatiye kirin.
Di wê daxuyaniyê de hatiye diyar kirin: "Wek bersivdanek bo wê destdirêjiya ku artêşa dagirker a Amerîkayê vê sibehê biribû ser derdora Balafirxaneya Bendera Ebasê, hêzên me ew bingeha asmanî ya Amerîkayê kir armanc a ku çavkaniya wê êrîşê bûye."
Her çend e Artêşa Pasdaran cihê durist û hûrgiliyên wê bingeha Amerîkayê ya ku hatiye armancgirtin eşkere nekirine jî, lê hevdem desthilatdarên Kuweytê, ku hevalbendeke nêzîk a Amerîkayê ye li deverê ragihand ku serê vê sibehê (Pêncşem) rê li çend êrîşên bi mûşek û dronan girtiye.
Artêşa Kuweytê: Sîstema berevaniya asmanî rê li wan êrîşan girtiye
Her îro Pêncşemê, artêşa Kuweytê jî di daxuyaniyekê de belav kir ku sîstema berevaniya asmanî ya welatê wan rûbirûyî êrîşên bi mûşek û dronan bûye, lê heta niha çavkaniya van êrîşan bi fermî nehatiye diyarkirina û destnîşankirin.
Her di wê daxuyaniyê de, ku ajansa nûçeyan a fermî ya Kuweytê (KUNA) belav kiriye, hatiye gotin: "Ew dengên teqînan ên ku li deverên cîhêreng tên bihîstin, encama karkirin û pûçkirina armanc ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve ye."