Li Diyarbekirê nimêja cejnê: Welatiyan daxwaza aştî û aramiyê kir
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê, welatiyan bi coşeke mezin pêşwaziya Cejna Qurbanê kir. Di nimêja cejnê ya li Mizgefta Mezin de, peyama herî giring aştî, aramî û serkeftina "pêvajoya çareseriyê" bû.
Îro serê sibehê saet di 05:35an de, bi hezaran welatiyên Diyarbekirê ji bo nimêja Cejna Qurbanê berê xwe dan mizgeftan. Mîna her sal, îsal jî navenda sereke ya nimêjê Mizgefta Mezin a dîrokî ya li navçeya Sûrê bû.
Welatiyan Mizgefta Mezin bi temamî tije kirin û ji bo xêr û bereketa cejnê û aramiya alema Îslamê dûa kirin. Piştî nimêjê, welatiyan di hewşa mizgeftê de bi germî cejna hev pîroz kirin û peyamên biratî û aştiyê dan.
Welatiyên ku ji bo nimêjê hatibûn, bal kişandin ser rewşa siyasî û civakî. Bi taybetî girêdayî "pêvajoya aştî û çareseriyê" ya ku di rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê de ye, welatiyan hêvî xwestin ku ev cejn bibe wesîleya aştiyeke mayînde û dawîanîna li hemû êş û şeran. Welatiyan tekez kirin ku daxwaza wan a herî mezin jiyaneke bi aram û azad e.
Ji aliyê din ve, Parêzgeriya Diyarbekirê bi daxuyaniyekê ragihand, ji bo welatî cejneke bêkêşe û di nav ewlehiyê de derbas bikin, wan bergiriyên berfireh wergirtine.
Li gorî daxuyaniya Parêzgeriyê, di rojên cejnê de ev hêz li ser kar in:
- 5.767 endamên hêzên ewlehiyê (Polîs û Cendirme).
- 1.620 xebatkarên tenduristiyê bo rewşên awarte.
Hate diyarkirin ku tîmên şaredariyê û saziyên peywendîdar jî ji bo paqijî û rêkxistina cihên serjêkirina qurbanan di nav amadebaşiyê de ne.