DEM Partî roja duyem a cejnê diçe serdana AK Partî û MHPê

Enqere (K24) – Bernameya serdana partiyên siyasî ya Cejna Qurbanê ya DEM Partiyê diyar bû. Dê di roja duyem a Cejnê de, şandeyeke DEM Partî dê serdana partiyên siyasî bike û dê şandeyek jî pêşwaziya partiyan bike. Ji aliyekî din ve di vê cejnê de di bernameya serdanên DEM Partî de CHPê cîh negirt.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê a Gelan (DEM Partî) bernameya serdana partiyên siyasî ya Cejna Qurbanê aşkere kir. DEM Partî dê roja duyemîn a cejnê de (28.05.2026) serdana partiyên siyasî bike û pêşwaziya serdanên partiyên siyasî bike.

Şandeya DEM Partiyê ku dê serdana partiyên siyasî bike ji Cîgirê Hevserokên Giştî û yê ji rêxistinê berpirsyar Mahfuz Guleryuz, Parlamentera Diyarbekirê Adalet Kaya û Endama Meclisa Partiyê Zeyno Bayramoglu pêk tê. Şandeya ku ji Cîgira Hevserokên Giştî; Hatîce Betul Çelebî, parlamenterê Wanê Zulkuf Uçar û Endama Meclîsa Partiyê Nuray Ozdogan pêk tê jî, dê jî dê li Navenda Giştî ya Balgata Enqerê serdanan qebûl bike û pêşwaziya şandeyên partiyên siyasî bike.

Di vê çarçoveyê de bernameya serdanên DEM Partiyê yên ji bo partiyên siyasî wiha ye: “DEM Partî dê serdana yekem di saet 9.25an de ji MHPê re bike. Di saet 10.15an de jî serdana Partiya Gelecekê bike û di saet 11:00an de jî serdana Partiya Dogru Yolê bike û piştre jî di saet 12.05an de serdana Partiya Yenîden Refahê bike. 

Herwiha DEM Partî dê di saet 12.30an de jî serdana AK Partiyê bike û di saet 13.30an de jî serdana partiya Saadetê bike ku di saet 14:00an de serdana Partiya Anavatanê û herî dawî jî dê di saet 15.30an de serdana Partiya DEVAyê bike.

‘Di bernameya DEM Partiyê de, CHP cih negirt’

Ji aliyekî din ve dê şandeya DEM Partiyê li Navenda Giştî peşwaziya şandeyên partiyên siyasî bike. Piştî bûyerên di nav partiya sereke ya opozîsyona Tirkiyeyê (CHP) û biryara “betalbûna mitleq” a derbarê CHP de, îsal DEM Partî serdana her du aliyan jî naçe. DEM Partî dê ne serdana aliyê Ozgur Ozel ê ku bi biryara dadgehê ji erka Serokatiya Giştî ya CHPê hatiye dûrxistin û ne jî serdana Kemal Kiliçdaroglu yê ku carek din bûye Serokê Giştî yê CHPê.