Bahçeli: Piştî Îranê armanca paşerojê Tirkiye ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçeli ragihand ku bizavên ji bo avakirina Tirkiyeyeke bê teror berpirsiyariyeke dîrokî ye. Wî tekez jî kir ku projeya çareseriyê jî pêngaveke dewletê ye ji bo parastina yekrêziya navxweyî li hember xeteeriyên herêmî û pûçkirina nexşeya hêzên împeryalîst.
Serokê Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçeli îro (Sêşem, 26ê Gulana 2026ê) tevlî merasîma parvekirina bawernameyên gera 23ê ya Dibistana Siyasat û Serkirdetiya partiya xwe de bû, û bal kişand ser rewşa deverê û diyar kir ku hinek alî û platformên ku "hişyariya wan a dîrokî nîne", bi eşkereyî radigihînin ku piştî Îranê, Tirkiye armanca paşerojê ye.
Bahçeli pêşengiya çareserkirina pirsa Kurdî li Tirkiyeyê wekî "siyaseta dewletê ya ku ruhê serdemê dixwîne" binav kir û hişyarî jî da ku her pêngaveke di dema xwe de neyê avêtin dê bibe barekî giran, ku nifşên paşerojê dê neçar bibin li ser milên xwe hilbigirin.
Serokê MHPê hevrikiyên herêmî û pêşhatên siyasî yên navxweyî şibandin "çolistanekê" û got ku ev rewş tije ye ji nezelaliyê û nebûna ewlehiyê, ku tê de diyarkirina arasteya rast û gihîştina bi armancan zehmet e. Herwesa got: "Ji ber wê berpirsiyariya ku cografya û dîrokê xistiye ser milên me, em bi dîtina 'mistehîl' an 'bêçareserî' serederiyê li gel rûdanên deverê û cîhanê nakin."
"Sedsala 21ê dê bibe Sedsala Tirkiyeyê"
Bahçeli tekez jî kir ku bidestxistina "Tirkiyeyeke bê teror" berpirsiyariyeke dîrokî ye ji bo dabînkirina jiyarxweşiya nifşên paşerojê. Wî tekez jî kir ku şertê bingehîn ji bo ku sedsala 21ê bibe "sedsala Tirkiyeyê û Tirkan" tenê bi rêya yekrêzî û yekgirtina navxweyî tê bidestxistin.
Wî herwesa got: "Ew armanca herî pêşîn a ku me daniye Tirkiyeyeke bê teror e. Ev armanc projeya biratiya gelê Tirk e, ku dixwaze bi guhdarîkirina li dengê bav û kalên xwe û ezmûna xwe ya dîrokî arasteya xwe diyar bike."
Di dawiya gotara xwe de jî, Devlet Bahçeli eşkere kir ku armanca vê projeyê têkbirina wan pîlanan e yên ku ji aliyê siyasetên împeryalîst ve hatine darêştin, û herwesa bidawîanîn wê naseqamgîriyê ye ya ku bi rêya "hêzên wekaletê" li deverê tê birêvebirin, daku Tirkiye bi helwêsteke bihêztir di hevkêşeyên cîhanî de bimîne û yekparçeyiya xwe ji bo hezar salên bê biparêze.