Li Rewandizê projeya daverista 11 kîlometreyî tê bicihanîn; masterplaneke Norwêcî hat amadekirin

Parêz Yûsif
Parêz Yûsif

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Geştûguzara Rewandizê eşkere kir ku planeke wan bo çêkirina daveristeke 11 kîlometreyî heye, ku ji Geliyê Elî Begê dest pê dike û digihîje Çiyayê Korekî. Ev proje di çarçoveya masterplaneke giştgir de ye, ku ji aliyê kompanyayeke Norwêcî ve hatiye amadekirin.

Rêveberê Geştûguzara Rewandizê Parêz Yûsif îro (Înî, 29ê Gulana 2026ê) bal kişand ser pêşxistina kerta geştyariyê li devera Rewandiz û Soranê. Navborî eşkere jî kir ku ji ber seqamgirî û xwezaya deverê, her sal hejmara geştyaran ber bi zêdebûnê ve diçe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî masterplaneke giştgir bo deverê amade kiriye.

Parêz Yûsif amaje jî kir: "Masterplaneke baş bo vê deverê heye ku pişka şêr bi ber qezaya Rewandizê dikeve. Ev plan ji aliyê kompanyayeke Norwêcî ve hatiye danîn, ji ber ku xwezaya Norwêcê pir li xwezaya Kurdistanê nêzîk e û em dixwazin feydeyî ji ezmûna wan werbigirin."

Daverista 11 kîlometreyî û rêçika 'Haykîngê' li Xerendê

Yek ji projeyên herî balkêş di nav wê masterplanê de çêkirina daveristeke dirêj e. Rêveberê Geştûguzarê got: "Plana me heye ku daveristeke 11 kîlometreyî ji Geliyê Elî Begê ve dest pê bike, di ser çiyayên Gorezî û çiyayên din re derbaz bibe heta dighîje Gornok û Şingilbaneyê û paşê bi Çiyayê Korekî ve bê girêdan; ev dê projeyeke pir giştgir û kêmwêne be."

Parêz Yûsif amaje bi wê yekê jî kir ku ew mijûlî amadekirina projeyekê ne bo nav "Xerenda Rewandizê", daku em bikarin rêyeke taybet bo geştyarên (Haykîng - meşîna li ser piyan) çê bikin, ji ber ku komên geştyarî gelek ji wê deverê hez dikin.

Zêdetir ji yek mîlyon geştyaran seredana deverê kiriye

Navborî li ser hejmara wan geştyarên ku seredana deverê kiriye ragihand: "Ji nav tevahiya wan 7 heta 8 mîlyon geştyarên ku salane seredana Herêma Kurdistanê dikin, tenê di sala 2024ê de, pirtir ji yek mîlyon û 160 hezar geştyaran seredana sînorê me kiriye. Di sala 2025ê de jî bi eynî awayî bûye, û bo îsal (2026) jî em pêşbînî dikin ku ew rêje pir zêdetir bibe, bi taybetî ku projeyên geştyariyê berdewam di zêdebûnê de ne."

Li ser parastina jîngeha deverê jî, Parêz Yûsif got ku li ser pêşengiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (Mesrûr Barzanî), helmeteke mezin a jîngehparêziyê daye destpêkirin. Li cihên geştyarî kîsên gilêşî û qefes hatine danîn û biroşorên rênimayîyan li ser geştyaran belav dikin, daku xwezaya deverê paqij bimîne.

Navborî li dawiyê jî tekez kir ku Rewandiz xwedan dîrokeke dêrîn e; ji ber wê jî ew bizavê bo parastina sûka kevin û cadeyên çandî dikin, û di planê de ye ku mûzeyeke çandî û dîrokî bo Rewandizê û Îdareya Serbixwe ya Soranê çê bikin, bo nasandina kelûpelên kevin bo geştyaran.

Rêveberê Geştûguzara Soranê tekez jî kir ku armanca wan ew e ku her kesekî Rewandizê bibe rêberekî geştyariyê û şarezayê dîrokê û xweşiktiya bajarê xwe, daku bi baştirîn reng û awa pêşwaziya mêvanan bikin.