Cotkarekî Deşta Herîrê li ser darekê 20 cureyên meyweyan berhem tîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Cotkarê nimûneyî Dilêr Fatawa li Deşta Herîrê bi rêya hunera aşlekirinê, serkeftineke kêmwêne bidest xistiye. Wî karîbûye li ser binyada darekê, 20 cureyên cuda yên meyweyan berhem bîne û derfeta kar ji bo 10 ciwanan peyda bike.

Cotkar Dilêr Fatawa ku zêdetirî 15 salan e kar di warê çandiniyê de dike, ezmûna xwe ya di warê aşlekirina daran de ji bo xizmeta welatiyan bikar tîne. Dilêr ji peyamnêra Kurdistan24ê Azer Farûq re ragihand, wî karîbûye li ser dareke gêlasê, 20 cureyên cuda yên fêkiyan wekî: alûçe (kesk û zer), qeysî û çendîn cureyên din bi serkeftî aşle bike. 

Dilêr derbarê armanca vî karî de dibêje: "Gelek caran welatî di hewşên malên xwe de tenê cihê darekê heye, lê daxwaza wan ji bo cureyên cuda yên meyweyan heye. Bi vê rêyê, darek dibe baxçeyekî berfireh."

Ev cotkarê nimûneyî tenê bi daran re nemaye; wî li ser dareke gûzê, gûzên ji cureyên Amerîkî û Îsraîlî aşle kirine ku di heman demê de berhemê didin. Her wiha, li ser mêweyekê, 7 cureyên cuda yên tirî şîn dibin.

Projeya Dilêr Fatawa ne tenê di warê zanistî de, di warê aborî de jî serkeftî ye. Wî bi rêya vê xebatê derfeta kar ji bo 10 ciwanên herêmê peyda kiriye.

Dilêr Fatawa niha hewl dide şitilên wisa amade bike ku her di sala yekem a çandinê de berhemê bidin, da ku cotkar û welatî bi zûtirîn dem sûdê ji xebata wî werbigirin.