Trump rakirina dorpêçên deryayî yên li ser Îranê ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê tekez kir ku nabe Îran tu demekê bibe xwediya çekên atomî. Hevdem biryara rakirina dorpêçên deryayî û jinavbirina paşmayên atomî yên Tehranê ragihand.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Înî, 29ê Gulana 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya "Truth"ê nivîsara wan şert û bingehan belav kir ên ku divê ligel Îranê li ser wan li hev bikin, daku aloziyên di navbera her du welatan de bên bidawîanîn.
Di peyama xwe de, Trump bi tundî tekez li ser pirsa atomî kir û ragihand: "Divê Îran bi razî bibe ku qet nabe xwediya çekên atomî."
Vekirina Tengava Hurmizê û jinavbirina mînên deryayî
Li ser ewlehiya deryavaniyê û livîna bazirganiya navdewletî, Serokê Amerîkayê şertê wê yekê daniye ku divê Tengava Hurmizê bêyî wergirtina tu bacekê tavilê bê vekirin, daku hatin û çûna keştiyan di her du arasteyan de bêyî qeyd û bend bê destpêkirin.
Di pişkeke din a peyama xwe de, Trump behsa pirsa mînên deryayî kir û eşkere kir: "Tevahiya mînên deryayî, eger mabin, dê bên jinavbirin. Me bi rêya keştiyên xwe yên pêşkeftî yên rakirina mînan hejmareke zêde ji wan mînan teqandiye." Daxwaz ji Îranê jî kir ku tavilê pêvajoya rakirin an teqandina wan mînên mayî bi dawî bîne, ku bi gotina wî hejmara wan gelek nabe.
Trump mizgîniya bidawîanîna dorpêçên deryayî jî da û ragihand: "Ew keştiyên ku ji ber dorpêça me ya deryayî ya bêwêne û balkêş li tengavê asê mabûn, ku niha dê bê rakirin, dikarin dest bi pêvajoya vegera bo malên xwe bikin."
Li ser paşmayên atomî jî, Serokê Amerîkayê zanyareke hestyar eşkere kir û amaje bi madeyên zengînkirî kir, ku carinan wekî "toza atomî" tên binavêkirîn. Wî ron jî kir ku ev made di kûrayiya erdê de û di bin wan çiyayan de hatine binaxkirin, ên ku ji ber êrîşên balafirên bombehavêj ên (B-2) yên Amerîkayê di 11 mehên borî de bi ser de hilweşiyabûn.
Trump di vî warî de got: "Amerîka bi hevahengiyeke nêzîk ligel Komara Îslamî ya Îranê û Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî (IAEA), wan paşmayan derdixe û ji nav dibe."
Serokê Amerîkayê diyar jî kir ku heta demeke nexuya tu pere li hev nayê guhertin, herçend e lihevkirin li ser çend xalên mijarên din hatiye kirin, ku giringiyeke pir kêmtir heye. Wekî amajeyekê jî bo yekalîkirina wê pêvajoyê, Trump got: "Niha ez diçim odeya kontrolkirina qeyranan (Situation Room), daku biryara dawiyê bidem. Sipas bo giringîdana we bi vê pirsê!"