Rubio: Tom Barrack dê serperştiya dosyayên Sûriye û Iraqê bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand, Balyoz Tom Barrack, tevî ku erkê wî ya wekî Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê bidawî bûye, dê di rêveberiya Donald Trump de, roleke sereke û serkêş di dosyayên Sûriye û Iraqê de bidomîne.
Marco Rubio, li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" daxuyaniyek belav kir û bal kişand ser rola Balyoz Tom Barrack û got: "Balyoz Tom Barrak wekî nûnerê me yê taybet ê Sûriyeyê roleke bêhempa lîstiye."
Rubio herwiha destnîşan kir, tevî bi dawîbûna erkê wî ya fermî wekî nûnerê taybet, Barrak dê di rêveberiya Trump de serkêşiya dosyayên Sûriye û Iraqê bidomîne. Rubio sedema vê biryarê wiha rave kir: "Pisporî, têkilî û têgihiştina wî ya ji bo ajandaya 'Amerîka Pêşî' dê ji bo welatê me destkeftiyên girîng bidest bixe."
Tom Barrack, ku berê Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê bû, di Gulana 2025an de wekî Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê hatibû erkdarkirin. Ev yek di demekê de pêk hat ku rêveberiya Trump mijûlî ji nû ve dariştina siyaseta xwe ya Sûriyeyê bû.
Barrack di dema borî de wekî aktorekî sereke di geşepêdana têkiliyên navbera Washington û Bexdayê de jî derketibû pêş. Tê payîn ku di qonaxa nû de Barrak di navbera polîtîkayên Washington, Bexda û Şamê de roleke stratejîk a bi bandortir bilîze.