JD Vance: Di danûstandinên ligel Îranê de pêşveçûn heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance ragihand ku di danûstandinên ligel Îranê de pêşveçûn hene, lê wesa diyar dike ku ew nikarin garantiya ji sedê sed a gihîştina lihevkirinê bidin, ji ber ku mijara dîtin û jinavbirina uranyuma zengînkirî ya di bin erdê de hûrgiliyên zêde û demeke dirêj dixwazin.
Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance îro (Înî, 29ê Gulana 2026ê) eşkere kir ku di danûstandinên ligel Îranê de pêşveçûn heye û gihîştine qonaxeke wesa ku dikarin pêkve rûnên û li ser pirsan danûstandinan bikin. Tevî wê yekê jî, wî tekez jî kir ku ew nikarin garantiya %100 bidin ku dê li hev bikin.
Vance amaje bi wê yekê jî kir ku gelek hûrgiliyên hene û ew nikarin bi awayekî diyarkirî dema îmzekirina lihevkirinê rabihînin; ji ber ku ew uranyuma Îranê ya ku di bin erdê de ye vedîtin û jinavbirina wê demeke zêde dixwaze, ji ber wê yekê jî hûrgiliyên lihevkirinê pêdivîtî bi bêhnfirehiyê heye.
Paşvebirina bernameya atomî û vekirina Tengava Hurmizê
Cîgirê Serokê Amerîkayê herwisa got: "Tiştê ku em dixwazin danîna çarçoveyeke serkeftî bo danûstandinan e. Hin hûrgilî hene ku divê em li ser rawestin ji ber ku demê dixwazin, bo nimûne çawaniya destgehiştin û jinavbirina wê uranyuma zengînkirî ya ku di kûrahiyeke zêde ya bin erdê de ye."
Vance di berdewamiya axaftina xwe de ragihand: "Hestê min wesa ye ku em dê li hev bikin û em dixwazin lihevkirin bi awayekî be ku feydeyî bigihîne xelkê Amerîkayê. Eger lihevkirin bê kirin, Tengava Hurmizê dê bê vekirin û em dê bernameya atomî ya Îranê jî bo demeke dirêj paşve bikişînin."
Cîgirê Serokê Amerîkayê herwesa amaje bi wê yekê jî kir ku wan bi rengekî xirab li aliyê serbazî yê Îranê daye, lê belê hêşta Waşinton negihîştiye armanca xwe ya dawiyê di şerê xwe yê li dijî Îranê de.