Supaya Pasdaran: Me êrîşî bingeheke Amerîkayê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdarên yê Îranê ragihand, wan bingeheke serbazî ya Amerîkayê ya ku ji bo êrîşên dijî Îranê dihat bikaranîn, kiriye armanc. Hevdem artêşa Kuweytê jî ragihand, ew rûbirûyî êrîşeke mûşekî û dronî bûne.
Supaya Pasdarên yê Îranê îro 1ê Hezîranê di daxuyaniyekê de ku bi rêya televîzyona dewletê hat belavkirin, aşkere kir ku hêzên wan bingeheke serbazî ya Amerîkayê kiriye armanc. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev bingeh ji aliyê artêşa Amerîkayê ve ji bo weşandina "gurzên leşkerî" li dijî Îranê dihat bikaranîn.
Her çend Supaya Pasdaran nav û cihê bingeha ku hatiye lêdan aşkere nekiribe jî, lê diyar kir ku êrîş saet 04:50ê sibehê pêk hatiye. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Wek bersivekê ji bo destdirêjiya artêşa dagirker a Amerîkayê ya li ser derdora Firokxaneya Bender Ebbasê hat."
Ji aliyekî din ve, beriya belavbûna daxuyaniya Îranê bi demeke kêm, artêşa Kuweytê ragihand ku hêzên wan êrîşeke mûşekî û çend dronên ku ber bi axa welatê wan ve dihatin, pûç kirine. Heta niha nehatiye aşkerekirin ku gelo ev her du bûyer girêdayî hev in yan na.
Ev girjiya nû piştî êrîşên hefteya borî tê. Roja pêncşemê, 28ê Gulana 2026an, Supayê Pasdaran ragihandibû ku wek bersivekê ji bo êrîşên li ser herêmên başûrê Îranê, wan bingeheke din a Amerîkayê kiriye armanc.