Iraqçî ligel pênc welatan çarenivîsa şer û agirbesta Libnanê nîqaş kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê di çarçoveya helmeteke dîplomatîk a dijwar de ligel berpirsên pênc welatên biyanî çend peywendiyên telefonî kirin, ku armanca serekî ya wan danûstandinan rêgirtina li berfirehbûna aloziyan û bidawîanîna vî şerê ku Tehran wekî "şerê sepandî yê Amerîka û Îsraîlê" wesf dike.

Wezareta Derve ya Îranê îro (Duşem, 1ê Hezîrana 2026ê) ragihand ku Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî çend peywendiyên telefonî ligel wezîrên derve û berpirsên bilind ên pênc welatên biyanî (Pakistan, Belçîka, Fransa, Tirkiye û Qeter) kirin; bi armanca rêgirtina li berfirehbûna aloziyan û bidawîanîna vî şerê ku Tehran wekî "şerê sepandî yê Amerîka û Îsraîlê" wesf dike.

Li gorî wê daxuyaniyê, Iraqçî di du peywendiyên cuda de ligel Wezîrê Derve yê Pakistanê Mihemed Îshaq Dar û Fermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munîr danûstandin li ser pêvajoyên agirbestê û rewşa serbazî ya deverê kirin.

Di vê navberê de, Mihemed Îshaq Dar aşkere kir ku Iraqçî di wê peywendiyê de bal kişandiye ser wê yekê ku binpêkirina agirbestê li Libnanê ji aliyê Îsraîlê ve û dûrxistina fermana êrîşkirina bo ser çend deverên Beyrûtê, rewşa deverê ber bi aloziyeke xeter ve biriye.

Wezîrê Dervey ê Îranê herwisa pesna rola “avaker” a Pakistanê di dîplomasiya deverê de kir û daxwaz jê kir ku “pêgeh û bandora xwe ya dîplomatîk” bo hêsankariyên aramkirina rewşê û piştgirîkirina bizavan bo parastina agirbestê bi kar bînin, hevdema Wezîrê Dervey ê Pakistanê jî nîgeraniya welatê xwe gihand Tehranê û tekez li ser parastina agirbestê kir.

Nîqaşên Ewropayî-Herêmî û rawestandina peywendiyên ligel Waşintonê

Wezareta Derve ya Îranê herwisa diyar kir ku Iraqçî ligel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Belçîkayê Maksime Prévot guhertinên dawiyê yên Rojhilata Navîn û bizavên dîplomatîk bo rêgirtina li pêşxistina şer nirxandine.

Her di wê çarçoveyê de, Iraqçî cuda ligel Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman danûstandin kirin, ku bala serekî ya wan danûstandinan li ser êrîşên Îsraîlê yên li ser axa Libnanê û bandorên wan ên xeter li ser aştî û tenahiya deverê bû.

Ajansa nûçeyan a "Tesnîm"ê jî her îro duşemî ji zarê çavkaniyên Îranî ve belav kir ku "ji ber berdewamiya tawanên Îsraîlê li Libnanê û ji ber ku Libnan parek ji şertên pêşwext ên agirbestê bû, Îran lihevguhertinan danûstandinan û nameyan bi rêya navbeynkaran ligel Amerîkayê radiwestîne."

Ev tevgera dîplomatîk a Tehranê di demekê de ye ku xeteriya berfirehbûna şer li deverê heye, û Îran bizavê dike ku bi rêya zextên navdewletî dorpêçên deryayî û êrîşên li ser eniya Libnanê bi dawî bîne.

Bingeha Xatemul Enbiyayê jî her îro ragihand: “Ji ber binpêkirina berdewam a agirbestê ji aliyê Îsraîlê ve, di îhtîmala bicihanîna van gefan de, em hişyariyê didin xwecihên deverên bakur û bajarkên serbazî li deverên dagirkirî, yanî ew deverên ku Îsraîlê dagir kirine û welatiyên xwe lê xwecih kirine. Eger hûn naxwazin zirar bigihîje we, divê hûn ji deverê derkevin."