Trump agirbesta di navbera Îsraîl û Libnanê de ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand ku bi rêya çend peywendiyên dîplomatîk kariye agirbesteke demildest li Libnanê biçespîne; tekez jî kir ku danûstandin ligel Komara Îslamî ya Îranê jî bi lezeke ber bi pêş ve diçin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Duşem, 1ê Hezîrana 2026ê) di peyamekê de li ser tora civakî ya “Truth”ê li ser peywendiyên Waşintonê ligel Tehranê ragihand: "Danûstandinên ligel Komara Îslamî ya Îranê bi lezeke zêde berdewam in."

Trump di peyameke din de aşkere kir ku peywendiyeke telefonî ya "pir berhemdar" ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu kiriye û got: "Tu hêzeke serbazî naçe nav Beyrûtê, û ew hêzên ku di rê de bûn jî fermana vegerê jê re hatiye dan û hatine vegerandin."

Hevdem ligel vê bizavê, Serokê Amerîkayê amaje bi wê yekê kiriye ku bi rêya çend "nûnerên pileyên bilind" peywendiyeke pir baş ligel Hizbulaha Libnanê kiriye. Li gorî gotina Trump, Hizbulah razî bûye ku "hemî teqekirin û êrîşan rawestîne." Li gorî vê têgihîştina nû ya ku îdareya Trump bi dest xistiye, lihevkirin dê bi vî rengî be: "Îsraîl êrîş nake ser Hizbulahê, û ew jî tu êrîşekê nakin ser Îsraîlê."

Ev pêşveçûna çaverênekirî di demekê de ye ku alozî li başûrê Libnanê û Beyrûtê gihîştibûn lûtkeyê û xeteriya dagirkirina paytexta Libnanê jî hebû, belê desttêwerdana rasterast a Trump arasteya rûdanan ber bi agirbesteke giştgir ve guhart.

Ajansa nûçeyan a "Tesnîm"ê jî her îro ji zarê çavkaniyên Îranî ve belav kir ku "ji ber berdewamiya tawanên Îsraîlê li Libnanê û ji ber ku Libnan parek ji şertên pêşwext ên agirbestê bû, Îran lihevguhertinan danûstandinan û nameyan bi rêya navbeynkaran ligel Amerîkayê radiwestîne."

Bingeha Xatemul Enbiyayê jî her îro ragihand: “Ji ber binpêkirina berdewam a agirbestê ji aliyê Îsraîlê ve, di îhtîmala bicihanîna van gefan de, em hişyariyê didin xwecihên deverên bakur û bajarkên serbazî li deverên dagirkirî, yanî ew deverên ku Îsraîlê dagir kirine û welatiyên xwe lê xwecih kirine. Eger hûn naxwazin zirar bigihîje we, divê hûn ji deverê derkevin."