Tasnim: Îranê guftûgoyên bi Amerîkayê re rawestandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma danûstandinkar a Îranê ragihand, ji ber êrîşên bejayî û asmanî yên Îsraîlê yên li ser Libnanê, wan pevguhertina peyamên bi riya navbeynkaran ligel Amerîkayê rawestand.
Ajansa Tasnimê îro 1ê Hezîrana 2026an, ji zarê çavkaniyên fermî yên Îranê ragihand, Tehranê pêvajoya dîplomatîk a nerasterast bi Washingtonê re rawestandiye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Libnan beşek ji şertên pêşîn ên agirbestê bûye, lê ji ber berdewamiya "sûcên Îsraîlê", Îranê ev biryar girtiye.
Berpirsên Îranî tekez dikin, heta êrîşên "hovane" yên artêşa Îsraîlê li Xezze û Libnanê neyên rawestandin û Îsraîl ji xaka Libnanê bi temamî venekişe, ti gotûbêj nayên kirin. Îran dibêje ku heta daxwazên "Eniya Berxwedanê" neyên cih, deriyê dîplomasiyê yê bi Amerîkayê re girtî dimîne.
Ev aloziya dîplomatîk di demekê de ye ku Îsraîlê roja Yekşemê 31ê Gulanê dest bi operasyoneke bejayî ya berfireh li ser xaka Libnanê kir. Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê, Israel Katz ragihand, herêmên ku ketine bin kontrola artêşa wan, wekî "herêma leşkerî" tên hesibandin.
Herwiha Katz gef xwar û got: "Eger bakurê Îsraîlê ne di ewlehiyê de be, dê li Beyrûtê jî aramî nebe." Armanca Îsraîlê ew e ku Hizbullayê ji herêma Lîtanî dûr bixe. Artêşa Îsraîlê her wiha Kela Şeqîf a dîrokî girtiye bin kontrola xwe, ku ev wekî mezintirîn destdirêjiya ser xaka Libnanê ya 25 salên dawî tê pênasekirin.
Serokê Libnanê Joseph Aoun, di salvegera kuştina serokwezîrê berê Reşîd Keramî de axivî û êrîşên Îsraîlê bi tundî şermezar kirin. Aoun diyar kir ku Libnan rûbirûyê "destdirêjiyeke tûj" bûye û bang li hemû aliyan kir ku berjewendiyên welat bixin ser her tiştî. Herwiha tekez kir ku tevî hemû zehmetiyan, ew ê ji bo avakirina saziyên dewletê û dadperweriyê gavan biavêjin.
Li gorî amarên fermî, ji 2yê Adara borî ve di encama êrîşên Îsraîlê de li Libnanê 3 hezar û 371 kes hatine kuştin û nêzîkî 10 hezar kes jî birîndar bûne. Herwiha zêdetirî mîlyonek welatî ji cih û warên xwe koçber bûne, ku piraniya wan ji herêmên başûr in.