Trump: Îran dixwaze bigihîje peymanekê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, Îran dixwaze bigihîje rêkeftinekê. Diyar kir jî ku encama vê pêvajoyê dê di berjewendiya Amerîka û hevpeymanên wê de bidawî bibe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 1ê Hezîranê li ser platforma xwe ya "Truth Social" peyamek belav kir. Trump di peyama xwe de bal kişand ser wê yekê ku Îran xwedî "îradeyeke rastîn" e ji bo gihîştina bi rêkeftinekê. Herwiha destnîşan kir ku ev yek dê di berjewendiya Amerîka û hevpeymanên wê de be.
Trump di peyama xwe de bi tundî êrîşî neyarên xwe yên siyasî yên li navxweya Amerîkayê kir û got: "Gelo Demokratên nezan û beşek ji Komarparêzên ku xuya ye ne welatparêz in, tênagihin ku gava komek aliyên siyasî bi asteke nedîtî daxuyaniyên neyînî didin, ji bo min gelek zehmet e ku ez karê xwe bi duristî bikim û danûstandinan bimeşînim?"
Trump herwiha rexne li helwestên nakok ên aliyên siyasî girt û diyar kir ku her yek daxwazeke cuda dike: "Carinan dibêjin zûtir bilive, carinan dibêjin hêdîtir bimeşe; hinek dibêjin bikeve şer û hinekên din jî dibêjin qet nekeve şer."
Serokê Amerîkayê di dawiya peyama xwe de bang li raya giştî û aliyên siyasî kir ku aram bin û sebir bikin. Trump got: "Tenê rûnin û sebir bikin; di encamê de, mîna her carê, dê her tişt bi awayekî baş çareser bibe!"